TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin 2023-02-27 13:46:25   STENBOL - Navenda Giştî ya TOP’ê bang kir ku Hevberdevkên Bajar Hasan Ozgun û Pelîn Çîçek tavilê bên berdan û wiha got: “Li dibistanekê tên ragirtin û nahêlin derkevin. Dest danîn ser nasnameyên wan û gefa îşkenceyê lê tê xwarin.”    Hevberdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hasan Ozgun û Pelîn Çîçek dema li gundê Guzelburç ê Hatayê erzaq li gel belav dikirin, hatin derbkirin û binçavkirin.    Navenda Giştî ya TOP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevberdevkan û gefa îşkenceyê ya ji hêla polîsan ve ê tê xwarin da û banga berdana wan kir.    'GEFA ÎŞKENCEYÊ LÊ TÊ XWARIN’   Di daxuyaniyê de TOP’ê wiha got: “Ozgun û Çîçek dema ji bo belavkirina erzaq û civîna gel çûn gundê Guzelburçê, ji hêla polîsên tîmên taybet ve bi awayekî fiîlî hatin binçavkirin. Li dibistanekê tên ragirtin û nahêlin ji wir derkevin. Dest danîn ser nasnameyên rêhevalên me. Gefa îşkenceyê lê tê xwarin. Heke zirar bigihije mûyekê rêhevalên me jî em ê hesaba wê bipirsin. Tavilê rêhevalên me berdin.”