Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn 2023-02-27 14:33:52   AMED - Ji bo avahiyê li Amedê di erdhejê de xesar gihiştibûyê ji ewil rapora “pirxesar” hate dayîn û mohkirin û piştre jî rapora “kêmxesar” hate dayîn.    Midûriyeta Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê piştî erdhejê xebatên tespîtkirina xesarê meşand. Midûriyetê, ji ewil bo Apartmana Rûkenê ya li Semta Huzurevlerî ya Peyasê rapora “xesareke giran gihiştiyê” da û mohr kir. Piştre jî rapora “kêmxesar” da. Bi mohrkirina avahî re welatiyên di apartmanê de rûdiniştin jî hatin derxistin. Ji ber raporan, xelkê bajar bifikar e. Yek ji welatiyên di avahiya behsa xeberê de rûdinişt jî Bekir Zîlan bû. Zîlan, got ku di jêrzemîn û qata yekemîn a avahî de tu dîwar nemane û wiha got: “Beştên avahî xwar bûne. Di roja ewil de ji bo avahî rapora pirxesar hate dayîn û mohr kirin. Piştre jî rapora kêmxesar dan. Li ser walîtiyê, 4 caran li dijî rapora kêmxesar îtîraz hate kirin. Lê heta niha jî tu tiştek nehatiye kirin. 28 daîreyên apartmanê hene û 16’an jê bar kirine. Yên din jî li kolanan dimînin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku vê rewşê tavilê zelal bikin. Her ji ber xesarê, tu pere nedane niştecihên avahî.”    Bi domdarî Zîlan diyar kir ku serlêdanên wan nehatine bersivandin û axaftina xwe wiha qedand: “Bêdengiya wan di serê me de fikaran çêdikin. Heke encamek jê dernekeve em ê serî li darazê bidin. Em dixwazin ku Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Bajar raporekî amade bike û vê rewşê bi dawî bike.”