35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn 2023-02-27 15:43:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku dewleta tirk di êrişên li dijî HPG’ê yên li Herêma Kurdistanê de 35 caran bombeyên fosforê bi kar anîne.   Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê ya ji ber erdhejê îlan kiribû jî berdewam dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) girêdayî daxuyaniya HPG’ê kirî, hate diyarkirin ku dewleta tirk herêm 84 caran bi tank, obus û çekên giran bombekiriye û 35 caran jî bombeyên fosforê bi kar anîne.