Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike 2023-02-27 16:08:53   ENQERE - AKP planaziya amadekariya bajarên erdhejê lê çêbûn ava bike dike. TOKÎ û GYODER plansaziyê dike û bajarên hilweşiyayî jî dê di serî şîrketiya Kalyon û şirketên din ên nêzî AKP’ê ava bikin.    Îktidara AKP’ê ku ji bo 11 bajarên erdhej lê çêbûn û karesatek mezin bi xwe re anî neket tevgerê, niha ji bo avakirina van bajaran dikeve tevgerê. Piştî ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan got, “salekî bidin min”, Îdareya Konutan a Komî (TOKÎ) û Komeleya Razemenîvanên Gayrîmenkul (GYODER) ket tevgerê û “Rehbera Sêwirandina Herêma Afetê” amade kirin. Li gorî nûçeya ANKA’yê; di nav deh şîrketên ku di cîhanê de herî zêde îhaleyên cemaweriyê digire şîrketa pêncemîn Kalyon Înşaet e û şirketên din jî yên nêzî AKP’ê ne. Di plansaziya avakirinê ya AKP’ê de li Mereş, Meletî, Osmaniye, Hatay û Edeneyê li qada 23 milyon û 426 hezar metrekare dê 85 hezar 250 daîreyên nû bên çêkirin.    KALYON, NKY Û ANT YAPI   Hat zanîn ku dê şîrketên alîgirên AKP’ê yên bi navê Kalyon, NKY û ANT li Mereşê van avahiyan çêkin.    Li Meletiyê jî dê şîrketên bi navê Kuzu Grup, Ege Yapi û Dome yên nêzî AKP’ê avahiyan lê bikin.    KALYON LI HATAYÊ YE JΠ   Li Hatayê jî dê şîrketên bi navê Kalyon, NEF, Tahîncîoglû û Optîmal ên nêzî AKP’ê avahiyên nû çêbikin.    OSMANIYE Û EDENE    Li Osmaniyeyê jî dê avahî ji aliyê Ege Yapi ya nêzî AKP’ê ve bên çêkirin. Li Edeneyê jî dê şîrketa Optîmal a nêzî AKP’ê avahiyan lê bike.