Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin 2023-02-27 16:53:32   WAN - Endamê HDP’ê Îsmet Tan ê di sala 2019’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji peywîra endamtiya Meclisa Şaredariya Tûşbaya Wanê hatibû dûrxistin, îadeyî peywîra xwe hate kirin.    Endamê Meclisa Şaredariya Tûşbayê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îsmet Tan ê di sala 2019’an de piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê wî de vekir ji peywîrê hatibû dûrxistin, îadeyî peywîra xwe hate kirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê dozgeriyê ve dihate birêvebirin de biryara neşopandinê hate dayîn. Piştî biryarê Tan îadeyî peywîra xwe ya endamtiya Meclisê hate kirin.    DOSYA LI DMME’YÊ YE   Tan, piştî biryara ji peywîrê dûrxistinê ji ber rawestandina rêvebirin û binpêkirina maf serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Tan, piştî ku AYM’ê derbarê serlêdana wî de biryara “neqebûlkirinê” da ji ber serlêdanên hiqûqa navxweyî qediyan bi sedemê “binpêkirina mafê bijartin û hilbijirîn” serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Pêvajoya DMME’yê berdewam dike.