Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin 2023-02-28 09:03:52 STENBOL - Endamê ÎMO û Baretên Azad Denîz Polat bal kişand ser erdheja muhtemel a Marmarayê û got: "Ji bo Stenbolê divê çi bê kirin? Divê em rûnên û bi awayekî zelal biaxivin."    Di erdhejên Mereşê de ku bandor li 11 bajaran kir, li gor hejmarên fermî zêdetirî 45 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Her wiha nekontrolkirina avahiyên hilweşiyayî jî bû cihê bertekên mezin. Piştî erdhejê li gorî hejmarên fermî; li 11 bajaran 198 hezar avahiyên xesardîtî hatin tespîtkirin. Piştî vê karesata mezin muteahîdên gelek avahiyan hatin girtin, lê kesên destûra van muteahîdan dane û avahî kontrol nekirine jî hatin paşguhkirin. Piştî erdhejên Mereşê jî niha bal li ser herêma Marmarayê ye.    Endamê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) û Platforma Endezyar, Mîmar û Plansazên Bajêr ên Azadîxwaz (Baretên Azad) Denîz Polat, anî ziman ku divê ji niha ve her kes ji bo Stenbolê tevbigere.    Polat anî ziman ku peywira sereke ya endezyarên înşeatê çêkirina avahiyên saxlem a ji bo ewlehiya mirovan û got ku lewma beriya ku avahî bê sêwirandin hesabên erdhejê û barê erdhejê dikin. Polat bal kişand ser têkiliya di navbera erdhej, zemîn û avahiyê de jî û got ku ji bo çêkirina avahiyê divê di sondajên zemînê de hin xebat bên kirin û gava bi geoteknîkê zemîn û malzeme bên vekolandin, dê hin titş bên texmînkirin.    Bi domdarî Polat got ku lê li Tirkiyeyê pir girîngî bi sondajên zemînê nayê kirin û got ku fîrmayên sondajê jî bêyî ku biçin nav parsêlan agahî û daneyên zemînê yên berê esas digirin. Polat destnîşan kir ku ev jî dibe cihê talûkeyên mezin.     Polat bilêv kir ku di çêkirina avahiyan de berpirsiyariya şaredariyan jî heye û got ku ji lew re şaredarî di warê dûriya ji xeta fayê, şert û mercên zemînê û hejmara qatên avahiyê de xwedî biryara e. Polat diyar kir ku li her derî her avahî nayê çêkirin û ji bo hin avahiyên li bajêr ev tişt gotin: "Mesela li Taxa Fîkîrtepe ya Kadikoyê, avahiyên 'Dîmankaya Îkon' hene. Ev avahî 3 blok in û 52 qat in. Robar di ber vê avahiyê re derbas dibe. Lê diviyabû ji bo avahiyeke ev qasî bilind destûra îmarê nehata dayîn. Ên destûra vê îmarê dane îdareya yerel a wir e."    Polat bal kişand ser avahiyên li Stenbolê û got ku hema bibêje her derê bajêr înşeat e. Polat, ev tişt anî ziman: "Mesela li Kadikoyê 30 hezar mirov hene û cihê kombûnê baxçeyê dibistaneke li Caferagayê ye. Ger tenê ev der ji bo 30 hezar mirovî be, nexwe ev hem şerma dewletê hem jî ya şaredariyê ye." Polat bal kişand ser talûkeyên muhtemel jî û wiha got: "Divê em wekî dê her tim erdhej çêbibe tevbigerin."    Polat diyar kir ku pirsgirêkên li Mereş, Hatay û bajarên din rû dane divê esas bigirin û axaftina xwe wiha qedand: "Lewma divê li Stenbolê hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û her kes li hev kom bibe. Ji bo Stenbolê divê çi bê kirin? Divê em rûnên û bi awayekî zelal vê yekê biaxivin. Ez hêvî dikim ku em ê ji van erdhejan dersekê bigirin."