Di konê kufikî de dimînin 2023-02-28 09:09:42   DÎLOK – Malbata ku nekarî ji AFAD’ê kon bistîne, konekî hatiye bikaranîn ê kufikî kirî û tê de dimîne. Malbat bifikar e ku zarokên wan di bin vî konî de nexweş bikevin.    Bi hezaran mexdûrên erhejê hene ku hêjta pêdiviya wan a konan nehatiye pêşwazîkirin. Gelek mexdûrên erdhejê neçar hatin hiştin ku li gorî derfetên xwe yan bereqeyan çêbikin an jî kon û konteynir bikirin.    Kadîr Keş û malbata xwe di du hefteyên destpêkê yên erdhejê de nekarîn konên AFAD belav dike wergirin û neçar man ku ji xwe re koneke hatiye bikaranîn bikirin. Du zarokên malbatê hene û gelek deverên konê ji xwe re kirîn jî kufikî bûye. Bav Keş ditirse ku zarokên wî di bin vî konî de nexweş bibin û wiha dibêje: “Em tevî du zarokên xwe di bin vî konê kufikî de dimînin.”    SOBE HEYE ÊZING TUNE NE   Keş, diyar kir ku ji bo sobeya êzingan a di bin konê kufikî de danîne êzingan peyda nakin û axaftina xwe wiha qedand: “Em diçin cem Midûriyeta Daristanan lê berê me didin keya. Em diçin cem keya û dibêje; ‘Tiştekî ku ez bikim tune ye.’ Em hewl didin li gorî derfetên xwe bibînin. Belavkirineke bi rêk û pêk tune ye. Em diçin cihên peywendîdar. Dibêjin ‘me kamyon şandine’ lê ji me re tiştek nehatiye. Gelo em biçin ku derê? Ji bo hinek kesan pir diçin û ji bo hinek kesan jî qet naçe.”