Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû 2023-02-28 10:42:25   EQNERE - TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de dê li 10 bajarên ji erdhejê bibandor bûyîn bi jinan re bên ba hev.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşker ekir. TJA’yê di 25’ê sibatê de bi dirûşma “Piştevanî dide jiyîn” û Meclisa Jinan a HDP’ê jî di 26’ê sibatê de bi dirûşma “Ne bi tenê, em bi hev re ne/Jin, Jiyan, Azadî” starta 8’ê Adarê dabûn. Di çarçoveya bernameyê de TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê dê li 10 bajarên erdhejê bi jinan re bên ba hev.    TJA’lılar ve HDP’li kadınlar, Mor TIR’lara kadınlar için hazırladıkları kitleri yükleyerek yola çıkacak. Ege, Marmara, İç Anadolu, Serhat ve Amed bölgelerinden yola çıkacak olan kadınlar, Hatay, Dîlok, Mereş, Semsûr, Meletî, Riha, Adana, Amed, Kilis, Osmaniye’de kadınlarla dayanışma buluşmaları gerçekleştirecek.    Bernameya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê ya 8’ê Adarê wiha ye:    * Jinên TJA'yî yên ku dê li Serhedê bên cem hev, dê di 1'ê adarê de bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun li Meletiyê bi jinan re bên cem hev.   * Bi tevlibûna endamên TJA'yê yên herêma Egeyê û parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari û Serpîl Kemalbay, jin dê di 3'yê adarê de li Hatayê bin.   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran dê di 4’ê adarê de bi hevserok û hevberdevkên HDP’ê re li Hatayê bin.   * Jinên ji bajarên Anatoliyaya Navîn bi tevlibûna Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû û Muazzez Orhan di 4’ê adarê de dê li Dîlokê bin.   * Jinên herêma Marmarayê dê di 6'ê adarê de bi tevlibûna wekîlên HDP'ê Oya Ersoy, Huda Kaya, Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz li Mereşê bin.   * Jinên TJA'yî yên Êlihê di 1'ê adarê de bi tevlibûna Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, ji Amedê di 3'yê adarê de bi tevlibûna wekîlên HDP’ê yên Amedê, Dersîm Dag û Remziye Tosun, ji Sêrtê di 5'ê adarê de bi tevlibûna Parlamentera Nûran Îmîr, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û Parlamenter Pero Dundar dê di 4'ê adarê de ji Merdînê biçin Semsûrê.   * Di vê çarçoveyê de dê di 7'ê adarê de Civîna Koma Jinan a Meclisê pêk were û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan wê biaxive.   * Bi pêşengiya TJA’yê wê di 8’ê Adarê de li Êlih, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê meşên girseyî bên lidarxistin. Her wiha wê li gelek bajaran bi tevlibûna TJA, Meclisa Jinan a HDP'ê û platformên jinan daxuyanî bên dayîn.