Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin! 2023-02-28 11:22:46   MEREŞ - Hasan Bay ê piştî 8 saetan ji aliyê gundiyan ve ji bin kavilan hate derxistin, diyar kir ku Kizilay a xizmên wî alîkarî jê xwestin bersiva “Kepçe bigirin xelas bikin” daye û got: “Gel dengê me bihîst.”   Li navenda Mereşa ku ji erdhejên navçeya wê ya Bazarcixê çêbûn gelek bandor bû, xebatên rakirina kavilan didomin. Li hin navçeyan jî hêj dest nedane kavilan.    Di erdhejê de gelemperiyê navçeya Kurdoxolî jî hilweşiya û li gundan hema bêje xaniyekî ku bikevinê nema ye. Gundê Amîkan e girêdayî navçeya Kurdoxoliyê jî yek ji gundên ku xesareke zêde gihiştiyê ye û di erdhejê de gelek kesan lê jiyana xwe ji dest dan. Malbata Bay ji binê kavilên xaniyê xwe yê bi temamî hilweşiyayî sax hate derxistin. 3 ferdên malbatê yên ji bin kavilê xaniyê wan ê du qatî bi alîkariya gundiyan piştî 8 saetan hatin derxistin. Traktor û amûrên malbata ku bi çandinî û sewalkariyê ve mijûl dibe jî di bin kavilan de man. Malbata Bay piştî tedawiyê hewl didin di bin konê ku li ber kavilê xaniyê xwe vedaye bijîn.    ‘GEL DENGÊ ME BIHÎST’     Hasan Bay ê bi hevjîn û keça xwe re ji bin kavilan sax hatin derxistin wiha got: “Em bi hewldana gundiyên xwe ji bin kavilan hatin derxistin. Ne pêkane ku wê keliyê bi peyvan vebêjim. Em nikarin dengê xwe ragihînin. Di nav tariyê û tozê de ne, televizyona teqiya, gelek tiştên xerab çêbûn. Dîsa jî em li ser hişê xwe bûn. Min ji keça xwe û hevjînê xwe re gotin sakîn bin û pêvajoya 8 saetan me wisa derbas kir. Me ewilî xwest birevin lê me nekarî birevin. Bloka beton ket ser me. Ya ku me xelas kir jî bû dîvan. Em her sê jî di nav wê de man. Ewilî cihekî ku em lê tevbigerin hebû. Pişt re erdhejeke din jî çêbû û ew der bi temamî hilweşiya. Bi erdhejokan jî ew cih bi temamî hate girtin. Em qîr dikin lê nikarin dengê xwe bigihînin derve. Herî dawî gel dengê me bihîst.”    KIZILAYÊ GOTIN ‘KEMÇE BIGITIN XELAS BIKIN’    Bay, anî ziman ku bi hewldanên gel ji bin kavilan hatin derxistin û wiha berdewam kir: “Dema di bin kavilan de bûn xizmên me gazî tîmên xelaskirinê kirine lê bersiveke neyînî wergirtine. Biraziyê min çûye Kizilayê. Kesê ji Kizilayê berpirsyar li Mereşê bêyî ku şerm bike gotiye ‘Wax wax rast dibêjî. Heke pereyê we hêza we hebe herin kepçe bigirin û xelas bikin.’ Bêşerm. Mirov wisa dibêje?”   ‘NAGIHIN ŞÎRKETÊN SÎGORTAYÊ’     Bay ê da zanîn ku sax derketin lê bi awayekî madî gelek zerar dîtine, anî ziman ku mirov perîşan bûne û wiha gotin: “Kon dan lê mirov dê çiqas di konan de bijî? Wê jî kes texmîn nake. Tu bêjî dewlet ji xwe her tişt diyar e. Ji mirovan 5 qûrişan alîkariyê dikin, bila bikin. Lê divê rêveber bihayê bedele sigorteya wesayîtekê  ber çavan bigirin. Şîrketên sîgorteyê her sal pereyekî zêde digirin ji van wesayîtan. Em li wan digerin nagihin telefonên wan. Şîrketên sîgorteyan top avêtin? Serokkomar be, Wezîrê Karên Navxweyî be, Veguhestin be, Wezîrê Enerjiyê be kî bibe bila bibe divê heqê traktorê bidin. Ji ber ku bi trilyonan pere qezenç dikin. Pêşwazîkirina malîyeta traktorekî jî ne ewqas zehmet e.”   ‘JI BO BIJÎN TÊDIKOŞIN’   Bay, destnîşan kir ku mirov ji bo ku bijîn wê têbikoşin, ne hesane axa xwe biterikînin û biçin û got: “Mirov narevin. Ez çima koç bikin? Karê min bi xwe heye. Ez bi çandiniyê ve mijûl dibim. Ji bo ku em bijîn em hewl didin. Ji bo jînê wê kî alîkarî bike. Dewlet encax alîkariya xwe dike. Kesê ku alîkariya me bike nîne. Bêjin ji vir derkevin wê dewlet kû nîşan bide. Cihê ku ez lê mezin bûme ev der e.”   Guneş Bay a di qadeke biçûk a ji bin kavilan de hate derxistin jî diyar kir ku gelek êşan dikişinin û di nava bêçaretiyê de ne. Bay, anî ziman ku li maleke 250 metrekarêyê bi cih nedibûn îro hewl didin di nav konekî de li ser hev bijîn.   MA / Ahmet Kanbal