Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê 2023-02-28 12:10:58   MEREŞ - Qeyûm û leşkerên ku di 15’ê sibatê de dest danîn ser navenda alîkariyê ya Mala Gund a Hasankoca, 12 roj piştre tevahiya alîkariyan li kamyonan bar kirin û ji gund birin.    Dilxwazên bi pêşengtiya HDP’ê kom bûn, piştî erdheja bi pileya 7.7 a Mereşê tavilê berê xwe dan Bazarcixê û heta 15’ê sibatê jî bênavber xebitîn. Dilxwaz, bi şev û roj xebitîn û hewl dan pêdiviyên gund û taxên tu kesî xwe negihandiyê pêşwazî bikin. Alîkariyên ji hêla odeyên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl ên ji gelek deverên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, komeleyên gund, herêm û taxan û xelkê li Ewropayê ve dijî hatin şandin, bi saya dilxwazan li gund hatin komkirin û dihatin belavkirin. Lê Qeymeqamê Bazarcixê demek piştre gelek leşkerên biteçhîzat û qeyûmê AFAD’ê girt cem xwe û hate gund. Piştre jî ji gund veqetiya û xebatên xwe bi rê û rêbazên cuda domand.    QEYÛM 12 ROJ PIŞTRE ÇÛ   Dilxwazên ku ji 7’ê sibatê heta 15’ê sibatê zêdetirî 30 TIR’ên alîkariyê û bi dehan kamyonên alîkariyê li mexdûrên erdhejê belav kirîn, diyar kirin ku dê tayînkirina qeyûm qebûl nekin. Li ser vê yekê qeymeqamê navçeyê got; “Ez ê bi dehan dilxwazim bînim vê derê û alîkariyê bidim gel.” Piştre jî li navenda alîkariyê qeyûm tayîn kir. Lê belê qeyûmê li navendê hatiye tayînkirin, di nava 12 rojan de alîkarî neda yek gundekî jî. Şêniyên gund gotin; “Tenê car bi car li wesayîtên taybet ên kesên nêzî xwe alav tije kirin û ji bilî vê tiştekî din nekirin.” Qeyûm û kesên pê re duh (27’ê sibatê) tevahiya alîkariyan li kamyonan bar kirin û ji gund çûn.    ALAV Û AMÛR VEGUHESTIN DEPOYA AFAD’Ê   Em îro di danê sibehê de çûn gund. Me dît ku ji bilî koneke li gund, tevahiya konan hatine rakirin û birîne. Her wiha em hîn bûn ku qeyûm di heman demê de tevahiya betaniyeyan, soba, pateyên pitikan, mamayên zarokan, cil û berg û xurek li kamyonan bar kiriye û veguhestiye depoya AFAD’ê ya li navendê.    XELKÊ HERÊMÊ: TALAN KIRIN   Welatiyên gund wiha bertek nîşanî vê yekê dan: “Her tiştek talan kirin. Li vê derê piştevaniyeke pir hêja hebû. Wan ciwanan kedeke mezin dan. Bi şev û roj ji bo me xebitîn. Pêdiviyên gel yekser bi cih anîn. Û ev yek jî li pêşberî kamerayan nekirin. Lê belê AFAD û qeymeqam qeyûm tayîn kir û dest danîn ser alîkariyan. Digotin ku dê ew bi xwe alîkariyan belav bikin. Lê di tevahiya 13 rojan de tenê wesayîtên taybet ên alîgirên xwe tije kirin û ji bilî ve yek alîkarî nedan cihekî. Her çend ku tevahiya alîkariyan bi xwe re biribin jî, em pê xweşin ku ji vir çûne.”    MA / Rûkiye Adiguzel - Abdurrahman Gok