Doza Kobanê hate taloqkirin 2023-02-28 16:24:01 ENQERE – Doza Kobanê taloqî 14-17’ê adarê hate kirin û biryar hate dayîn ku heke dozger mutalaaya xwe pêşde amade bike, dê ji aliyan re bê teblîgkirin.    Rûniştina yekemîn a 22’yemîn danişîna Doza Kobanê li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmedarên girtî de tên darizandin. Parêzer û siyasetmedarên tên darizandin ji ber erdhejê tev li danişînê nebûn. Şandeya dadgehê biryara navberê da û danişîn taloq kir.    Şandeyê biryar da ku rewşa girtî ya girtiyên siyasî bidome û daxwaza Sebahat Tuncel a parastina beriya mutalaayê jî hate redkirin.    DOZ TALOQÎ 15-17’Ê ADARÊ HATE KIRIN   Şandeya Dadgehê biryar da ku periyoda danişînên piştre di 15-16-17’ê adarê de bên liddarxistin, xwest ku dozger mutalaaya xwe di vê dîrokê de pêşkeş bike û heke mutalaaya xwe beriya van dîrokan amade bike jî dê ji aliyan re bê teblîgkirin.