Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne! 2023-02-28 16:24:59   MEREŞ - Li bajaroka Şekeroba yê navçeya Kurdoxoliyê bi sedan kavil weke roja ewil a erdhejê di cihê xwe de ne. Şêniyên bajarokî li bendê ne ku kesek were û wan agahdar bike ku ka dê çi li kavilan bê û çi were pêşkeşkirin.    Li bajaroka Şekeroba yê girêdayî navçeya Kurdoxolî yê Mereşê di erdhejan de veguheriye kavilan. Li bajaroka 10 hezar nifûsa wê heyî kavil weke roja ewil a erdhejê di cihê xwe de ne. Tenê xebatên tespîta xesarê hatine kirin. Ne diyar e ku xebatên rakirina bi sedan kavilan wê kengî dest pê bike. Mehmet Fistik ê xaniyê wî yê du qet ku binê wî dikane veguheriye kavil, di erdhejê de lawê wî yê 16 salî Mûstafa jiyana xwe ji dest daye. Malbata Fistik a bi alîkariya dilxwazan cenazeyê lawê xwe yê di bin kavilan de derxist, pişt re di konê li ber kavil vedan de dest bi jiyînê kirine. Malbata Fistik ku bajarok ne terikand, di konê tê de dijîn li bendê ne ku rayedar bên vir û têkildarî wê ji îro û şunde çi bibe wan agahdar bikin.    ‘DEMA HILBIJARTINÊ DESTA JI ME BERNADIN NIHA JÎ KESÊ KU BÊ TUNE YE’   Fistik, da zanîn ku niha di kon de dimînin, nizanin wê ji niha şunde çi bibe û wiha berdewam kir: “Dewlet wê rake kavilan? Dê şûna wan malan çêbike_ Dê ji cihekî din malê bidin? Em nizanin dê çi bibe. Nediyariyek heye. Em nizanin em ê çi bikin. Ne kes tê ne diçe. Me kes nedît. Em ne ji şaredaran ne jî parlamenteran kesê nabînin. Dema hilbijartinê desta ji me bernadin, niha jî kesê ku bê tune ye.”   ‘MIN KON BI XIRECIRÊ WERGIRT’   Fistik, da zanîn ku zarokê xwe yê di bin kavilan de bi derfetên xwe derxistine û anî ziman ku bi krikoya kamyonê kolon rakirine û cenaze derxistine. Fistik, bi lêv kir ku ji kesê tu feyde nedîtiye û wiha pê de çû: “Em nizanin ka em ê çi bikin. Em vî kavilî rakin êdî xanî bidin dê bidin, çêbikin dê çêbikin. An jî em ê ji xwe re çareyekê bibînin. Du rojan bi 8 kesan re di TIR’ê de mam. Me roja sêyemîn karî kon bigirin. Ew jî bi xirecirê karî bigirim. Ji welatiyan alîkarî tê. Yên din diçin cihên komî. Ji cih û kolanên nav ber re nayê.”   Fistik, anî ziman ku têkildarî malzemeyên di bin kavilan de ka dê çi lê bên jî agahiya wan nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qet nebe bila agahdar bikin. Niha tişteke ne diyar heye, ji ber wê em tiştekî nizanin. Em naxwazin ji cihê xwe jî derkevin.”   MA / Ahmet Kanbal