KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn 2023-02-28 16:44:59 AMED - Malbatên Balyaci û Kaplan ên li navçeya Bismilê neyartiya hev dikirin, bi hewldanên KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li navçeya Bismilê li hev hatin.    Hewldanên lihevanîna malbatên Balyaci û Kaplan ên di nava wan de beriya salekê li navçeya Bismila Amedê neyartî hebû, bi merasîmeke aştiyê bi encam bû. Merasîma aştiyê li eywaneke dawetê ya li navçeyê hate lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosûn û Îmam Taşçier, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altûn, MEBYA-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA),   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Alimên Olî ya Amedê, Komeleya 78'an beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi vexwandina mewlûdê dest pê kir.    ‘AZADÎ DI YEKITIYÊ RE DERBAS DIBE’   Hevseroka HDP’a Bismilê Mehşet Sirimsi û endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran piştî xwarina hate dayîn axaftinek kirin. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî ev tişt gotin: “Ez malbatên me yên di vê pêvajoya erdhejê ya me bi hezaran mirovên xwe windakirin de ev aştî pêk anîn, pîroz dikim. Azadiya kurdan di yekitiyê re derbas dibe.”   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di merasîmê de axivî, spasiyên xwe pêşkeşî malbatan û kesên di vê lihevhatinê de keda wan derbasbûyî kirin û wiha got: “Gelê kurd xwestiye çand û zimanê xwe bidin jiyîn lê her tim rastî polîtîkayên zordar ên mehandinê hatine. Em di pêvajoya erdhejê de careke din bûn şahidên vê yekê.  22 roj in gelê me di konan de jiyaneke zor û zehmet dijî. Gelê kurd li dijî van polîtîkayên mehandinê têkoşiyan û hatin heta van rojan. Civakên ku pirsgirêkên xwe çareserkirine di heman demê de azad bûne. Civakên tifaqên xwe pêş ve birine li ser axa xwe azad in û her tim jî azad dijîn. Îro her du malbatên me pirsgirêka xwe çareserkirin û bûn wesîleya aştiyê. Ez dixwazim ku ev aştî bibe wesîleya azadiya kurdan.”