10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn 2023-02-28 19:06:05   BEDLÎS- Li Serokê Komeleya Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul, ji ber nûçeya wî ya der barê destavêtina li zarokekê, 10 meh ceza hat birîn.    Serokê Komeleya Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul, di 13'ê Kanûna 2022'yan de li ser hesabê xwe yê medyaya sanal nûçeya xwe ya der barê destavêtina li zarokekê belav kiribû. Piştî belavkirina nûçeyê bi çend saetan Aygul hatibû binçavkirin û di 14'ê Kanûnê de jî bi biryara Dadgeriya Ceza ya Sukhê ya Tetwanê hatibû girtin. Aygul di 22'yê Kanûna 2022'yan dejî hatibû berdan.    Îro danişîna doza Aygul li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 1'ê ya Tetwanê hat lidarxistin. Dadgehê 10 meh ceza li Aygul birî.    Ger cezayê li Aygul hatiye birîn bê pesendkirin, dê Aygul 10 mehan di girtîgehê de bimîne.