Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin' 2023-02-28 22:06:18   MÛŞ- Li Malazgira Mûşê hat xwestin ku B.B.'ya 13 salî bi darê zorê bi zilamê 30 salî yê bi navê Mûstafa re bê zewicandin. Baroya Mûşê serî li Serdozgeriya Malazgirê da û gilî kir.    Li gundê Karahasnê yê navçeya Malazgirê ya Mûşê bi darê zorê hat xwestin ku B.B.'ya 13 salî bi zilamê 30 salî yê bi navê Mûstafa re bê zewicandin. Li gor agahiyên bi dest ketin, xizmekî malbatê çûye qereqolê gilî kiriye.   Bavê B.B.'yê û kalê wê xwestine wê bi darê zorê bizewicînin. Baroya Mûşê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Malazgirê da û giliyê kesên xwestine bi darê zorê B.B.'yê bizewicînin kir.