‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’ 2023-03-01 09:52:01 STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku firotina konan ji hêla Heyva Sor a Tirk ve sûc e û wiha gotin: “Ev yek, berhema zîhniyeta îktîdarê ye ku welêt weke şîrket û gel jî weke mişterî dibîne.”    Li gorî daneyên fermî; di encama erdhejê de zêdetirî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehhezaran kes birîndar bûn û bi sedhezaran kes jî bêmal man. Di dema erdhejê de AFAD û Heyva Sor a Tirk dereng çûn herêmên erdhejê û rê li ber bertekeke mezin vekir. Heyva Sor ku yek ji kevintirîn saziya alîkariyê ya Tirkiyeyê ye, di roja 3’yemîn a erdhejê de, bi bihayê 46 milyon TL’an kon firotin saziya sivîl a bi navê Ahbap’ê. Vê yekê bertekên heyî hîn mezintir kir. Bertekên li dijî Heyva Sor hêj berdewam in û banga îstîfayê ji bo serokê wê Kerem Kinik tên kirin.    Nûnerên partiyên siyasî jî bertek nîşan dan û diyar kirin ku firotina konan ji hêla Heyva Sor ve sûc e.    ŞIBAND ŞÎRKETA BAZIRGANIYÊ   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku peywira Heyva Sor ew e ku di rewşên karesatan de pêdiviyên cihê mayînê û lojîstîkî yên gel pêşwazî bike û wiha got: “Firotina konên dê bo herêmên erdhejê bihatina şandin, bêexlaqî ye. Heyva Sor mîna şîrketeke bazirganiyê tevdigere. Heyva Sor a ku diviyabû bi hezaran kon di dest de hebûna, di roja ewil a erdhejê de mîna şîrketeke bazirganiyê kon firotine. Ev zîhniyeta ku Heyva Sor bi xizmên xwe dagirtine û veguherandine şîrketê, xeta fayê ya erdhejê ya sereke ye. Berhema zîhniyeta îktîdarê ye ku welêt weke şîrket û gel jî weke mişterî dibîne. Ev zîhniyet bû sedema mirina bi hezaran kesan, bûn sedema birîndarbûna bi dehhezaran. Her kesê li dijî zîhniyeta rantê têdikoşe, dibe hedef îktîdarê. Di vê pêvajoyê de jî hewl didin her kesî bêdeng bikin. Îktîdar, di bin kavilên erdhejê de ma. Di esasê xwe de ya ku divê were rakirin û tunekirin, ev zîhniyete ye. Gel dê hesabê bipirse û ew dê di bin kavilan de bimîninin.”   POLÎTÎKAYÊN RANTÊ XWE DÎSA NÎŞAN DAN   Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) a Stenbolê Fatma Înce jî got ku bi erdhejê re dîsa xuya bû bê ka pergala serdest ji pergala civakî çiqasî dûr e û wiha domand: “Polîtîkayên xwe dispêrin neolîberal û talanê bûn sedema mirina bi hezaran. Li dijî vê yekê gelên me piştevaniyeke mezin pêş xistin, xwe birêxistin kirin û birînên xwe derman dikin. Dewlet bi rojan neçû herêma erdhejê. Di her bûyerekê diyar dibe bê ka saziyên weke Heyva Sor û AFAD’ê li ser ranteke çawa hatine avakirin.”   ‘KARESATA HERÎ MEZIN GELÊ BI TENÊ HATIBÛ HIŞTIN E’    Berdevka Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ya Stenbolê Melîs Akyurek jî anî ziman ku piştî erdhejê gelek pirsgirêk derketin holê û çavdêriyên xwe wiha vegot: “Li herêmên erdhejê dewlet, AFAD û Heyva Sor tune bûn. Dema me dîtî ku gel bi tenê hatiye hiştin, wê demê me ferq kir ku mezintirîn karesat ev e. Bi ser erdhejê re hefte derbas bûn lê hêj jî xel li kolanan ser betaniyeyan radizê. Daxwazeke pir zêde ya konan heye. Bi hezaran kon me şandin lê di kêliyê de xelas dibin. Ji ber ku em nikarin ji daxwaza wan re bibin bersiv, em dibêjin ‘tune’ ye. Em di bin vê şermê de difetisin lê di wê navberê de Heyva Sor kon berhev kirine, veşartine û firotine. Ev yek skandal e. Diviya hemû rayedarên Tirkiyeyê îstîfa bikirana. Lê çandeke wiha ya vê îktîdarê nîne. Di ferqê de nînin bê ka sûcekî çiqas mezin kirine. Xelk ne tenê ji ber kavilan lê ji sermayê jî mir. Karesata sedsalê, ev îktîdare bi xwe ye.”    MA /  Esra Solîn Dal