Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin 2023-03-01 11:10:57   HATAY - Aktîvîstên Tora Parastina Jinan ku li navçeya Defneyê bi jinên mexdûrên erdhejê re ketin nava piştevaniyê, bal kişandin ku barê kar ê jinan zêde bûye û bûyerên tundiyê pêk tên û wiha gotin: “Jin warê jinan e. Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin.”   Tora Parastina Jinê li Parka Sevgî ya li kêleka Çemê Asî yê navçeya Defneyê hate avakirin, ji bo jin û zarokên ji erdhejê bi bandor bûn li qadê piştgirî da. Torê qehweya jinan, konên piştevaniyê û ji bo zarokan maseyên leyistinê avakirin û bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” xebatên xwe didomîne.    QADEKE CIVAKÎ: QEHWEYA JINAN   Namîgar Ûçar, diyar kir ku weke Tora Parastina Jinan ji roja ewil a erdhejê ve li qadan e û wiha got: “Me konekî piştevaniya jinan li vir veda, li cem wê me qehweya jinan ava kir. Me xwest ji bilî pêdiviyên bingehîn ên jinan qadên ku jin bikarin alîkariya parêzer, derûnî bigirin wan araste bikin ava bikin. Ji ber vê me jî qehweya jinan ava kir. Gelek jin tên qehweya jinan em li vir malzemeyên paqijiyê, bincil, cilên jinan û zarokan belav dikin. Ji bilî van jinên ku em ji gundan nas dikin hene. Ev jin jî pêdiviyên xwe yên li gundan ji me re radigihînin, em jî serdana wan dikin û pêdiviyên wan bi cih tînin.”   PÊDIVÎ BI PED Û MALZEMEYÊN HIJYENÎK HEYE   Ûçar, ragihand ku hewcehiya jinan bêtir bi malzemeyên hijyenîk heye û wiha berdewam kir: “Yên ku ewil ped û sutyen anîn qadê em in. Ji ber ku dema em hatin jinan gotin bi rojane ped, sutyen û bincilan digerin. Hêj jî herî zêde pêdivî bi ped û malzemeyên hijyenîk heye. Em jî hewl didin van bicih bînin.”   ‘JIN WARÊ JINAN E’   Ûçar, anî ziman ku wê jiyaneke nû di pêşengtiya jinan de ava bikin û axaftina xwe wiha temam kir: “Dema em li qehweya jinan rûdinin jî em vê dubare dikin. Jin warê jinan e. Dîsa em dest didin hev û hewl didin jiyaneke nû birêxistin bikin. Dema em vê jiyanê ava dikin jî dixwazin ji berê cudatir be. Êdî bila keda jinan a nava malê neyê xwarin, tundî li jinê neyê kirin û li cihekî bêtir ewle û azad jiyana xwe bidomînin. Dema em jiyana nû ava dikin hewl didin vê birêxistin bikin. Em hewl didin vê jî bi hev re bikin. Em ê jiyanê ji nû ve ava bikin, pêşeroj a jinan û zarokan e.”   HÊRSA HEYÎ ARASTEYÎ JINAN TÊ KIRIN    Yek ji parêzera Torê Ayşe Kir jî bal kişand ser barê kar ê jinan bi derbasbûna jiyana konan re û wiha got: “Mirov niha di konan de dijîn. Ji ber kon kêm in niha bi malbata fireh ku ji xesû xezûr û zarokan pêk tê re dijîn. Barê hemû malbatê li milê jinan e. Em agahiya digirin ku li qadên konan bûyerên tundiyê jî zêde bûne. Mirovan liv ir bûyereke travmatîk jiyan û nizanin we hersa xwe arasteyî ku bikin. Li vir çavkaniyên bi sînor hene, hêj jî mirovên ku negihiştine konan hene. Ne diyariyek û bêbaweriyek heye.”   ‘PIŞTEVANÎ HÊZÊ DIDE’   Kir destnîşan kir ku piştevanî hêzê dide jinan û wiha got: “Hîskirina vê bixwe jî hêzê dide jinan, em li vir rûdinin û derdê xwe bi hev re dibêjin. Li dijî krîza piştî erdhejê ev piştevanî ji jinan re baş tê. Dema jin baş dibin malbat û zarokên wan jî baş dibin.”   MA / Eylem Akdag