Zincîr… 2023-03-01 11:13:29   HATAY – Hatay bajarê du erdhejan, du xetên fayê, du zincîrên cuda û du jiyanên cuda ye. Yek li Parka Sevgî bi piştevaniyê yek jî di bin alê de bi lodên kavilan mezin dibe. Mirin, şîn, kavil û piştevanî…      “Zincîr hem remza koletiyê ye hem jî xeleka piştevaniya gel e. Lewma ez bi zincîrê ango xelekê dixebitim.” Ev gotin aydî Ahmet Bostancî ye ku mala wî xesar dîtiye û di konê li ber mala xwe vegertiye de û wek kargehê bikar tîne ye.     Ji Nûrdagiyê heta Hatayê xeleka avahiyên hilweşiyayî rêz bûne… Polîs, leşker, tîmên taybet, bekçî û bi gelek mirovên çekdar xelek bi xelek rêz bûne û rûyê ceberûd ê dewletê nîşan didin. Xelekek a makîneyên kar ku aydî “5 çeteyan” e ku xelkê Hatayê nabîne û kamyonên tonajên wan giran hatine rêzkirin. Nîvê şevê gihîştim Hatayê. Her dever hilweşiya ye û bêdeng e, mirov ji bajêr saw digire. Asîmanên bajarê tarî bi toz kavilan bûye mîna ewran, gewr e û bêhnek giran jê tê. Kolan û cadeyên bajarê veguriye xeyaletê bê nav in. Şînê wek mijekî xwe girtiye ser bajêr. Şînoyî, birîndar, bêçare û ev der bajarek bêxwedî. Milyonek û nîv însan ji vî bajarî koç kiriye.      Bi berbangê re goristanên mezin tên dîtin. Cih jig oran re nemaye. Miriyan dibin gundên dûr. Toz û xweliyê girtiye ser hemû zindiyên dimeşin. Gewrî, şîn, mirin, bêdengî wek zincîrekî dirêj dibe. Cadeya Kûrtûlmûş nayê nasîn. Gelek kolan, meydan, cade û tax serobin bûne. Hêsirên çavan wek zincîrê diherikin nav Çemê Asî ye. Tu silavê didî kî û li kê dinêrî behsa mirinê dike. Hema bêje hemû kes heman tiştî dibêje û qala her heman tiştîdike. Û dibêjin; dayika min, bavê min, keça min, lawê min, birayê min, xwişka min, meta min, apê min, xalê min, xatiya min… Însan westiya ne, ji halê xwe ketine.      Di ser erdheja ewil re 23 roj derbas bûne. Li Islahiyeyê firoşkarek benzînê nerazîbûn nîşanî sextekaran û keysbazan dide ku avahiyên sexte çêkirine û dibêje kesî li halê wan nepirsiye.      KONÊN PENABERAN HEMÛ BI AL IN   Di bin kavilan de mirin, cenazeyên bêhn didin, bêkes, mirovên bênasname, heywan. Li ser kavilê alek mezin xelek bi xelek. Dewleta ji dinyayê mezintir, ji her kesî mezintir, ji her tiştî mezintir ala wê li ser kavilan e. Vê ala ku carna pê ser guneh û sûcan digirin, carna jî ji tirsan xelek bi xelek didirûn. Hemû kon bi al in. Bi taybetî jî konên penaberan bi alan xemilandine. Penaberên Sûriyeyê li konan dimînin.      WESAYÎTÊN DI HEWŞÊ DE VEŞARTΠ   Li hewşa Savon Hotêl ku hatiye mohkirin wesayîtên Range Rover û Audi hatine veşartin. Hotêl li Cadeya Kûrtûlûşê ku veguheriye lodên kavilan. Xelkê Hatayê ku nikarin konek bibînin, lê li konek Kizilayê ku dişibe “Qesrê” li ber çavan e.      ZINCÎRA LI SEVGΠ   Her wiha piştevaniya çep û rast ku xelek bi xelek hatiye hûnandin û xwe dirêjî Çemê Asî dike heye. Li Parka Sevgî konên piştevaniyê ku bêreklam, bêyî xwe nîşan bidin. J aliyê rêxistinên çep û welatparêz û rêxistinên sivîl li parkê konên piştevaniyê danîne. Xelek bi xelek piştevaniyê dirêj kirine û zincîra herî mezin jî ya ciwan û jinan e.    Li aliyê din dewleta ku dereng ma dixwae zincîra Sevgiyê bişîkîne.      Hatay bi sed salan e wek zincîra ku gelan digihîne hev li ber xwe dide. Li Hatayê du zincîr ango xelek hene. Zincîrek li Parka Sevgî û zincîrek jî di nava molozan de mezin dibe.    MA / Sedat Yilmaz