Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin 2023-03-01 12:43:31 AMED - Konên li Parka Koşûyolû hatine vedan di encama zextan de tê valakirin. Yên ku terka konan nekirin ceyrana wan hat birîn. Extiyar û pitik bêceyran mane di konan de.     Li Parka Koşûyolû ya Amedê ji aliyê AFAD’ê ve gelek kon ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vedan. Niha jî AFAD bi destê polîsan û zabiteyan zextan li van malbatên li konan dike ku biçin konbajarê li qerexê Çemê Dîcleyê ku ji aliyê AFAD’ê ve hatiye avakirin. Konên li Parka Koşûyolû di encama zextan de hat valakirin.    Tîmên polîsan û zabiteyan duh bi şev teklîfa beramberî 2 hezar lîreyî de da mexdûran ku konên xwe vala bikin. Ji 33 konên li Parkê serwîsa xwarinê û ceyrana 28 konan hat birîn. Piştî birînca ceyranê û xwarinê belgeyek bi van malbatan hat îmzekirin û wan ji wir derxistin.    CEYRANA KONAN HAT BIRÎN   Hê 5 kon li parke mane û tevî ku ceyran û xwarina wan hatiye birîn jî dimînin. Ji van malbatan astengdarê malbetekê heye û ya malbatek din jî pitikek wan sê mehî heye.   LI MALÊN XWE YÊN BI XESAR VEGERIYAN    Ji van 28 malbatên ji parkê hatin derxistin, hin ji wan birin li konbajarê li qeraxê Çemê Dîcleyê bicih kirin. Hin malbatên ku nexwestin biçin konbajêr jî neçar man ku biçin malên xwe xesar dîtîne.