DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin 2023-03-01 13:34:52 AMED - DAKAP’ê komxebatên xwe yên têkildarî 8’ê Adarê dan destpêkirin û wiha got: “Em jin tevî hemû zext, astengî, tundiya serdest a mêr û polîtîkayên pêbaweriyê yên li ser hevgirtinê tên meşandin jî, em ê têkoşîna xwe bi hev re bidomînin, van pêvajoyên dijwar bi hev re derbas bikin û jiyana xwe biparêzin.”   Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) têkildarî komxebatên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Postexaneya Mezin (PTT) a navçeya Sûra Amedê, ji jinên girtî re qert şandin û bi daxuyaniyê xebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Jin, Jiyan, Azadî şîna me sedemê tekoşîna me ye” vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy û endamên DAKAP'ê û saziyên din ên jinan tev li daxuyaniyê bûn.   Li ser navê DAKAP’ê Berdevka Demê ya Meclisa Jinan a KESK'ê ya Amedê Songûl Can metnê daxuyaniya çapemeniyê xwend.   JI JINÊN GIRTÎ RE QERT ŞANDIN   Can bi bîr xist ku di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê New Yorka Amerîkayê, di greva ji aliyê karkerên jin ên tekstîlê ve li kargehên xwe dabûn destpêkirin de şewat derket û 129 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. Can, destnîşan kir ku 8’ê Adarê weke Roja Yekitiya Jinên Cîhanê, Hevgirtin û Têkoşînê hatiye ragihandin û wiha got: “Em jî weke DAKAP’ê bi armanca jinên cîhanê vê têkoşînê biparêzin, bi şandina qertên ji bo jinên girtî yên ku ji bo jiyaneke demokratîk û edalet têdikoşin, ji bo berxwedan û hevgirtina wan di şert û mercên girtîgehan de silav bikin, dest bi komxebata xwe ya 8’ê Adarê dikin.”   ‘ARMANCA REJÎMA FAŞÎST PARASTINA BEKAYA XWE YE’   Can diyar kir ku ew ji bo wêranbûyînên herêmên erdhejê û qûrbaniyan gelekî xemgîn in. Can da zanîn ku ew bi hêrsa xwe ya ji bo kesên bûne sedema vê wêranbûyînê û serhildana di hundirê xwe de birînên xwe derman dikin. Can, destnîşan kir ku bi mezinkirina rêxistinbûyîna xwe, ber bi 8’ê Adarê ve diçin û wiha berdewam kir: “Jin piştî karesata erdhejê hewl didin bijîn. Li hemberî gelek pirsgirêkên ku dewlet nikare çareser bike, yên weke mal, germkirin, tenduristî, pirsgirêkên paqijiyê, ava vexwarinê û tuwaletê, têkoşîna jiyanê didin. Li herêmên erdhejê, li 11 bajaran gava yekem a desthilatdariya qirêj û kevneperest bû îlankirina OHAL’ê. Desthilatê careke din nîşanî hemû civakê da ku yekane xema vê rejîma faşîst parastina ‘bekaya' xwe ye. Jin li van herêmên ku pêdiviyên wan ên bingehîn nayên bicihanîn rastî tundî, xizanî, tîbûn, tacîz û destavêtinê tên. Em jin tevî hemû zext, astengî, tundiya serdest a mêr û polîtîkayên pêbaweriyê yên li ser hevgirtinê tên meşandin jî, bi hev re têkoşîna xwe bidomînin, van pêvajoyên dijwar bi hev re derbas bikin û jiyana xwe biparêzin.”   JIN DÊ BIÇIN HERÊMÊN ERDHEJÊ   Can da zanîn ku ew dê serdana jinên mexdûr ên herêmên erdhejê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di tevahiya hefteyê de em ê bi mexdûrên erdhejê re bibin yek, em ê pakêtên paqijiyê yên ji bo pêdiviyên taybet ên jinan hatine amadekirin belav bikin. Em dê di 8’ê Adarê de bi bernameya bîranîna hemû jinên di têkoşîna jinan û erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi jinan re bin. Ji vir em hemû hevalên jin vedixwînin çalakiyên 8’ê Adarê Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşîna Cîhanê.”   Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û şandina qertan bi dawî bû.