Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin 2023-03-01 14:00:32   ÎZMÎR - Hate diyarkirin ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê ji girtî Şukru Çîçek ê xwest tev li şîna bavê xwe yê jiyana xwe ji dest da bibe 40 hezar lîre heqê rê xwestî ye.    Bavê girtî Şukru Çîçek (46) ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Hîkmet Çîçek (65) di encama krîza dil de di 23’yê sibatê jiyana xwe ji dest da. Parêzer Velat Zeren, ji bo muwekîlê wî Şukru Çîçek tev li şîna bavê xwe bibe serî li îdareya girtîgehê da. Îdareya girtîgehê piştî 3 rojan bersiva serlêdanê da û ji bo heqê rê 40 hezar lîre xwestin.    Cenazeyê bav Çîçek, di 24’ê sibatê de li Goristana Hacilar a navçeya Nisêbîna Mêrdînê hate veşartin. Kur Çîçek ji ber bihayê tê xwestin nekarî bide nekarî tev li şîna bavê xwe bibe.    5 SALAN BAVÊ XWE NEDÎT    Hevjîna Şukru Çîçek, Necla Çîçek a têkildarî mijarê axivî, bertek nîşanî xwestina heqê rê ya ji bo tevlibûna şînê da û wiha got: “Ev hovîtî ye. Him zexteke madî him jî manewî dikin. Bavê wî bi nexweşiya dil ketibû, 5 sal bûn kurê xwe nedît. Me xwest tev li cenazeyê bavê xwe bibe. Lê ev jî asteng kirin. Ji bo ku bînin Nisêbînê me serî lê da. Lê rêveberiya girtîgehê got ‘kirarî berdewam dikin.’ Pişt re ji bo hatina wî ya Mêrsînê jî 40 hezar lîre xwestin. An ku ji bo em 2 saetan hev bibînin 40 hezar lîre xwestin. Me xwest vê roja biêş ew di nava me de be. Peyv têra nakin ku mirov xerabiyên van vebêje.”   16 SAL IN GIRTÎ YE   Çîçek ê ji ber sedemên siyasî cezayê hefsê yê muebbetê lê hatiye birîn, nêzî 16 sal in girtî ye.