‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’ 2023-03-01 15:09:15   ANTALYA - Şaxa Sendîkaya Hemû Teqawidiyan a Antalyayê xwest ku tevahiya berpirsyarên karesata erdhejê îstîfa bikin.    Şaxa Sendîkaya Hemû Teqawidiyan a Antalyayê têkildarî erdhejê li pêşiya Peykerê Attalosê daxuyanî da. Seroka Şaxa Sendîkayê Bîlge Torosoglû diyar kir ku ne erdhejê lê sersariyê rê li ber mirinan vekiriye. Torosoglû diyar kir ku di serdemeke ku zanist û teknolojî ewqas pêşketî de nabe ku mirov vê karesatê weke “qeder” pênase bike û ev tişt anî ziman: “Ev tê wateya redkirina zanistê, xapandina gel. Bêguman heke hûn xwezayê talan bikin û avahiyên nesaxlem ava bikin dê ji van mirinan re bibêjin qeder!”    Torosoglû got ku divê hemû berpirsyar hesabê bidin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê berpirsyarê vê karesatê teqez hesabê bidin û êdî wêraniyeke wiha çênebe. Piştî vê erdhejê dê tu tiştek wekî berê nemîne. Divê berpirsyar tavilê îstîfa bikin.”