Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin 2023-03-01 15:11:38     STENBOL - Endam û rêveberên Halkevlerî ku rakirina kon û konteynirên mexdûrên erdhejê yên li Parka Sevgî ya Hatayê, protesto kir. Polîsan êrişî çalakiyê kir û 8 kes kirin binçavan.    Endam û rêveberên Halkevlerî ya Şaxa Stenbolê xwestin li dijî rakirina konteynir û konên mexdûrên erdhejê yên li Parka Sevgî ya li navçeya Defneya Hatayê ku ji aliyê walîtiyê ve biryar hat dayîn, bi daxuyaniya çapemeniyê li ber avahiya xwe protesto bikin. Endam û rêveberên Halkevlerî ji avahiyê derketin û polîsan ew dorpêç kirin. Cîgira Seroka Giştî ya Halkevlerî Zeynep Çelîk jî di nav de bi dehan endamên Halkevlerî gotin, “Ne erdhej ev komkujiyek e” û nerazîbûn nîşan dan.   Polîsan xwe li çalakiyê ranegerit û êriş bir ser çalavanan. Di êrişê de Zeynep Çelîk, Tuana Uguz, Faruk Yildirim, Umut Yildiz, Hasan Gencer, Ergîn Cavîk, Îbrahîm Gul û Alîşan Dîl bi lêdana polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin. Her wiha polîsan di kêliya binçavkirinê de li rojnamevanên ku dîmen û wêne digirtin jî dan.