Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin 2023-03-01 16:13:33   STENBOL - Ji ber nivîsa bi serenavê “Kê bi AKP’ê deng da windakirin?” der barê nivîskara Rojnameya Evrenselê Ceren Sozerî û rojnameyê de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê taloqî 21’ê hezîranê hate kirin.   Serokê Lijneya Rêveber a Koma Medyayê ya Turkuvazê Serhat Albayrak, bi hinceta ku nivîsa nivîskara Rojnameya Evrenselê û akademîsyen Ceren Sozerî ya bi ser navê “Kê bi AKP’ê deng dan windakirin?” ku di 7’ê nîsana 2019’an de hatibû weşandin “ziyanê dide îtîbara wan a bazirganiyê”, gilî kiribû. Li ser giliyê Albayrak, derheqê Sozerî û rojnameya Evrenselê de bi daxwaza 200 hezar lîreyan doza tazmînatê hatibû vekirin. 8’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Bazirganî ya Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Sozerî tev li nebû de parêzera wê Devrîm Avci Ozkurt amade bû.     Dadgehê biryar da ku li benda bersivên muzakereyên ji Miduriyetên Polîsan ên Eyupsûltan û Kadikoyê re li ser tespîta rewşa aborî û civakî ya gilîkeran bê mayîn û danişîn taloqî 21’ê hezîranê kir.