TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin 2023-03-01 19:02:04   WAN – TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Meletiyê bi jinan re civiyan û îşaret bi domandina alîkariyê kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya "Piştevaniya jinê jiyan e" li Meletiyê bi jinan re civiyan. Jinan li Meletiyê qoliyên ku amûrên paqijiyê tê de belav kirin. Jin li navenda koordînasyoan krîzê ya li Meletiyê kom bûn. Parlementerên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Şevîn Coşkûn jî tevlî çalakiyê bûn.    TJA'yî li vir bûn sê kom û berê xwe dan anvenda bajêr û gundên wê. Di serdanan de guh li pirsgirêkê jinan hat kirin û peyama piştevaniyê hat dayîn.    Jinan qoliyên ku amadekiribûn belav kirin.    Di serdanê de hat gotin ku îsal dê ji ber erdhejê 8'ê Adarê li qadên erdhejê bê pêşwazîkirin û wiha hat gotin: "Em ê bi ruhê piştevaniyê siberojên xweş bibînin."