Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî 2023-03-02 09:02:11 WAN - Kolber Horamî da zanîn ku gelek kolber hatine kuştinî gelek jê îşkence li wan hatiye kirin û gelek jê jî seqet bûne û got ku li dijî van binpêkirinên mafan cihekî ku serî lê bidinê tune ye.    Kolber Newsê, têkildarî rewşa kolberên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rapora xwe ya sala 2022'yan eşkere kir. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku "Ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve 29 kolber hatine kuştin, kolberek ji ber ku ji zinêr ketiye û jiyana xwe ji dest daye, yek jê xeniqiye û jiyana xwe ji dest daye, 5 jê krîzê li dilê wan xistiye û jiyana xwe ji dest dane, 2 jê qeza kirine û jiyana xwe ji dest dane û yek jê jî ji aliyê eskerên tirk ve hatiye kuştin û 215 kolber jî birîndar bûne."    Şêxo Horamî (33) ku zanîngeh kuta kiriye, lê ji ber ku kar bi dest wî neketiye ji zû de kolberiyê dike. Horamî got: "Ji ber xizaniyê an koçberî li ciwanan tê ferzkirin an jî bi heqdesteke kêm goşkariyê dikin. Li Îranê ji ber enflasyonê fiyet pir biha ne, zexîre û berên tibbî pir biha ne. Jiyana li Kurdistanê hingî zehmet e ku mirov vê kolberiyê wekî lutfekê dibînin û çendî dijwar be jî, lê ji ber ku di van şert û mercên dijwar de rêya debarê bi dest wan dikeve kêfa wan tê."    ‘ME DIKUJIN'   Horamî destnîşan kir ku hêzên rejîmê pirsgirêkên mezin didin ber kolberan û got: "Dizanin ji bo em karibin debara xwe bikin, pêdiviya me bi vî karî heye. Çendî dibînin em tevî qantirên bê bar di sînor re derbas dibin û zirara me nagihê tu kesî jî, em tim rastî îşkenceyê tên. Kolberên destvala jî gulebaran dikin. Carinan jî di rê de hin kolber di zinaran wer dibin û jiyana xwe ji dest didin, lê pirsgirêka me ya herî mezin rejîm e."    ‘EM NIKARIN DOZA HEQÊ XWE BIKIN'   Horamî diyar kir ku li dijî binpêkirinên mafan cihekî ku serî lê bidin tune ye û got: "Li dijî binpêkirinên mafan tiştek ji destê me nayê. Rejîm mafan binpê dike. Qanûn, hêz, her tişt di destê wan de ye. Li nava bajêr pismamê min û hevlên wî gulebaran kirin. Pismamê min ji çoka xw ebirîndar bû, ew emeliyat kirin. Tedawiya wî pir biha bû. Çawa baş bû, cardin dest bi kolberiyê kir. Gava tu doza mafên xwe bikî jî, pêvajoyeke zor ûz ehmet li ber te ye. Gava malbatên kolberên tên kuştin doza mafên xwe dikin, piştî pêvajoyeke dûr ûd irêj pereyekî pir hindik bi dest wan dikeve. Helbet ne ji bo her kesî."    ‘EZIYETÊ LI HEYWANAN DIKIN'   Horamî bilêv kir ku tenê ne kolber, heywan jî ji aliyê leşkerên Îranê ve eziyetê dikişînin û ev tişt gotin: "Berê me karê xwe bi qantiran dikir, wan rê dizanibû, sînor derbas dikirin û eşya dibirin. Lê leşkeran hingî qantirên me kuştin, êdî em jî bi wan re diçin. Çend sal berê qantirek min hebû, lê çendî bar ne lê bû jî ew kuştin. Carinan ker û qantirên me binçav dikin. Di dema binçavkirinê de heywan bi rojan tê û birçî dimînin. Carekê li sînor qantirê me binçav kirin û paşê me çû cardin bi pere qantirên xwe ji dewletê stend."    Horamî diyar kir ku di dema kolberiyê de gelek eks seqet dibin û got ku ne rejîm û ne jî saziyên sivîl xwedî li welatiyan dernakevin. Horamî da zanîn ku kolberên seqet dibin jî ji aliyê rejîmê ve bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û got ku lê li Nasûdê ku bajarekî biçûk e û he rkes hev du nas dike, kolber alîkariya kesên seqet dibin û mirovên feqîr dikin.    MA / Berîvan Kûtlû