Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike! 2023-03-02 09:04:19   HATAY - Li Defneyê Ahmet Guzeloglû ku kon bi dest wî neketiye û ji ber vê di serayê de dimîne, got: "Me heya niha kesî li vir nediye. Leşker tenê di rê de diçin û tên. Silavan li serokê me (li Erdogan) bike."    24 roj di ser erdhejên Mereşê re derbas bûn, lê hê jî gelek welatî bê kon in. Li navçeya Defneyê ya Hatayê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê, di 20'ê Sibatê de bi pileya 6,4'an hejiya, hê jî bi sedan welatî bê kon in.    DI SERAYÊ DE DIMÎNIN   Li Taxa Çekmeceyê hê kon bi dest gelek kesan neketiye. Ji malbatên kon bi dest wan neketine yek jê jî malbata Daglioglûyê ye. Malbata Daglioglûyê 20 kes in. Ji roja ewil a erdhejê ve, ji ber ku xaniyê wan xesar dîtiye di serayê de dimînin. Di nava ferdên malbatê de zarok û extiyar jî hene. Ferdên malbatê di nava rojê de ji ber germa hundirê serayê nikarin têkevin hundirê serayê. Êvarê jî ji bo sermayê nexwin, derdora naylonên serayê bi betaniyan dinixumînin.    PIŞTGIRIYA GEL   Ji ferdên malbatê Sînan Daglioglû, diyar kir ku gelek lazmatiyên wan hene. Daglioglû cihê ku firaqên xwe lê dişon nîşan dan û got: "3-4 heb serayên me hene. Em 20 kes li wan dimînin. Kona kêlekê jî wisa ye. Em 50 kes jî li vir dimînin. Dewletê kon neda me. Cêrxwazan alîkariya me kir. Niha berî her tiştî pêdiviya me bi konan heye."    Daglioglû da zanîn ku li taxa wan hin kes di hundirê wesayîtan de dimînin û got: "Bi roj hem pir germ e hem jî çi dibe nabe em namînin. Min ji bo kon serlêdan kir. Gelek eksên din jî serlêdan kirine. Ancax kesek an jî du kesan kon wergirtine. Ger ne ji alîkariyê bûna dê Hatay nemana."    SILAVAN LI SEROKÊ ME BIKE!   Şêniyê hemn taxê Ahmet Guzeloglû jî ku di serayêd e dimîne, seraya tê de dimînin nîşan da û got: "Em 20 kes li vir man. Serê sibehê hejiya. Baran pir dibariya. Karesat bû. Em di wesayîtan de man, gava roj hilat baran jî sekinî. Min li vir firingî diçandin. Me ew paqij kir û em lê hêwirîn."    Guzeloglû anî ziman ku herî zêde rêxistinên civaka sivîl û gel alîakriya wan kiriye û got: "Xwezî hatibûna (alîkarî). Me heya niha kesî li vir nediye. Leşker tenê di rê de diçin û tên. Silavan li serokê me (li Erdogan) bike."    MA / Azad Altay - Mujdat Can