Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin 2023-03-02 09:07:24   ŞIRNEX - Dîwarên bendava li gundê Nêrwehê yê Qilebanê derizî ye. Ji ber ku av ji dîwarên bendavê tê şêniyên herêmê bifikar in û bi şev nobedê digirin. İbrahim Ozer bilêv kir ku ew êdî nikarin bi şev razên û got: "Her roj kevir bi ser me de tên xwarê û lehî radibe. Ev bendav ji roja hatiye çêkirin heya niha, tu hizûr ji kesî re nehiştiye."   Di sala 2009'an de li navçeya Qilêban a Şirnexê li ser Çemê Hêzilê 2 û li ser Çemê Robozikê jî 5 bendav hatibûn çêkirin. Bi çêkirina bendavan re gelek cureyên riwekan û ajalan ji holê rabûn. Bendavên ku li herêmê hatine çêkirin bi xwe re wêrankirina xwezayê jî anîne. Herêma ku debara xwe bi sewalkariyê dike, niha ji ber bendavên ku hatine çêkirin nema dikarin sewalvaniyê bikin.    Bendavên ku li gundê Kiror, Bilîh, Robozik û Şiwêtê hatine çêkirin ji ber dîwarên wan qehîm nehatine çêkirin av ji wan tê. Ji ber vê şeniyên gundên nêzî bendavan bifikarin û niha jiyana 4 hezar kesên li herêmê di xetereyê de ye. Ji van bendavan yek jê jî bendava ku li gundê Nêrwehê yê navçeya Qilebanê hatiye çêkirin. Li gund ji roja ku bendav hatiye çêkirin heta niha zelzele jî çêdibin. Gundiyên ku zehmetiyê dikişînin, ji ber derzên li dîwarê bendavê ketine, diqilqilin û bi şev nobedê digirin. Lê beravejî vê Walitiya Şirnexê daxuyanî dabû û gotibû ku bendav hatine kontrolkirin û tiştekî wisa tune ye.    'HER ŞEV NOBEDÊ DIGIRIN'   Ji şêniyên gund Îbrahim Ozer, diyar kir ku ji ber derizandina dîwarê bendavê şeniyên gund ditirsin ku bi şev razên û wiha axivî: "Ji Ziravekê heta Roboskiyê di 15 kîlometreyan de 5-6 bendav hatine çêkirin. Ev bendav, saxlem nehatine çêkirin. Ji ber ku her 5 bendavên hatine çêkirin jî derizî ne û av ji wan tê. Bi taybetî piştî ku ev erdheja li Kurdistanê çêbû ev bendav şeniyên herêmê gelek ditirsîne. Gel dibêje erdhêj çêbibe, ev bendave xetere ye. Ji ber ku saxlem nehatiye çêkirin. Heger di erdhêjeke gengaze de ev bendav biteqin texminî 10 hezar mirov dê jiyana xwe ji dest bidin. Jiyana 10 hezaran mirovan di talûkê de ye. Gundê Nêrweh, Kolkê, ziravik, Robozik di xetereyê de ne. Gel ditirse. Êdî rewş wisa bûye ku gel êdî nikare bi şev jî razê. Ji derveyê vê jî piştî ku li derdora gund bendav çêbûn êdî li gund zirzele çêdibin. Her roj kevir bi ser me de tên xwarê, lehî radibin."   Ozer destnîşan kir ku ji roja ku ev bendav hatine çêkirin çêkirin heta niha tu hizûr ji gel re nemaye û wiha domand: Heger ku derfet hebûya nîvê gund li vir nedima. Şêniyên gund êdî naxwazin li vir bimînin. Em dixwazin gundê me ji vir rakin û bibin gundê me yê kevin. Divê dewlet alîkariyê bike û gund li cihê kevin bê bicihkirin. Êdî li vir kesek nikare jiyana xwe bidomîne. Derdora gund tev hatiye girtin. Em nikarin pezê xwe xwedî bikin, em nikarin çandiniya xwe bikin. Ava bendavan ne paqij e û ev av ketiye nav ava me. Niha dibe ku xuya neke lê di demên pêş de, dê ji vê avê nexweşiyên gelek mezin çêbibin. Ji ber ku qenalîzasyonên derdora gund hemû diherikin nav bendav. Bi rastî jî gelek zehmet bûye. Tenê li Nêrwehê 240 mal hene. Her şev hin ji van malbatan nobedê digirin. Nikarin heta serê sibehê razên. Em ji bendavê bitirsin yan ji kevirên ku dikevin serê me bitirsin nizanin. Ji ber wê em dixwazin em li gundê xwe yê kevin bên bichkirin."   'PÊWÎSTE KU ENDEZYARÊN SERBIXWE BÊN'   Ozer, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser daxuyaniyên rayedaran û  daxwaz kir ku endezyarên serbixwe bên diwarên bendavan lêkolîn bikin û got:"Divê ku dewlet endezyarên serbixwe bişine vê derê. Em naxwazin ku endezyarên DSİ bên vê derê. Çimkî DSİ bi xwe ev bendave dane çêkirin. DSİ endezyarên xwe dişine vê derê û piştre jî rayedaran re dibêje ku saxleme. Lê ne wisa ye. Qîma me bi wan nayê. Li gorî fikra min bendav li gorî isûlê xwe nehatiye çêkirin. Ji ber vê jî talûke ye. Em dixwazin ku rayedar dengê me bibihîzin. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkek ji rêze ye. Gel ne ji malê xwe ji canê xwe ditirsin. Ji ber wê em dixwazin ku bi lezginî çareserî ji me re bê kirin. Li gorî me jî çareseriya herî baş ew e ku derfet çêbikin û me li gundên me yên kevin bi cih bikin. Heger ku ji me re alîkarî neyê kirin em nikarin bi van derfetan derbikevin. Ji payizê û heta biharê em rehet di malên xwe de narazin. Derizandina diwarên bendavan xuyaye û herkes jî dibîne. Ev ne tişteke nû ye. DSİ jî her endezyarên xwe dişinin vê derê û ev jî ne mimkune ku a rast ji raya giştî re bibêjin. Baweriya me ji wan tune ye. Divê ku hin endezyarên serbixwe bên û lêkolînê bikin."    'DIVÊ DEMILDEST TEVDÎR BÊN GIRTIN'   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Qilêbanê Abdullah Gun jî anî ziman ku divê ewlehiya gundên ku bendav li wan hatine çêkirin bê girtin û wiha got: "Ev bendavên ku hatine çêkirin bi giştî dikevin ser 5 gundên me. Em dibêjin ji bo ku kareseteke weke erdhejê ya duyemîn çênebe, divê tevdîr bên girtin. Ji bo ewlehiya van bendavan, banga me ji rayedaran re heye. Bendava Roboskî, bendava Kirorê, bendava Nêrwehê, bendava Ziravkê bi giştî 5 bendav dikevin ser van gundan. Ji dîwarê van 5 bendavan jî av tê. Bi giştî 10 hezar kes di xetereyê de ne. Ev kes ji me dipirsin û dibêjin ku 'em çi bikin?' Gundekî weke Nêrwehê ku nûfusa wê 10 hezar e bi vê xetereyê re rû bi rû ye. Heger ev bendav biteqe, nepêkane ku yek kesek jî jê xelas bibe. Gundê Bilehê, gundê Ziravkê, gundê Katûnö û aliyekî bajaroka Hilalê jî hinek ji vê bandor dibe. Heger tevdîr neyê girtin, ev ê keraseteke mezin bi xwe re bîne. Ji ber wê pêwîst e ku ewlehiya şêniyê herêmê bê girtin. Li vê herêmê erdhejek çêbibe hingê dê rewşa van gundan çawa bibe? Di nava civakê de tirseke mezin heye. Ji ber wê banga me ji kesên eleqedar heye ku tevdîr bê girtin."    MA / Zeynep Dûrgût