'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?' 2023-03-02 09:08:32 MEREŞ - Elîf Ozturk ku keda wê ya 35 salan di bûye kavil, got: "Dibêjin, 'em ê xanî çêbikin, lê ji sedî 45'ê wê dê xwediyê xnê bidin.' Ez ê bi vî lingê xwe yê seqet, bi vî milê xwe yê seqet çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?"   Li Elbistanê ji ber serdana Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan xebatên rakirina kavilan hatin lezandin û ji ber vê amûrên gelek kesan li qada komkirina kavilan hatin binaxkirin. Ji ber ku xebatên rakirina kavilan zûzûka hatin kirin, gelek kesan niakribûn eşyayên xwe yên bi qîmet hilgirin.    ’KEDA MIN A 35 SALAN ÇÛ'   Elîf Ozturk jî ku hevjînê wê 6 sal berê miriye, li bendê ye ji bin kavilên xaniyê wê yê 35 salan hin eşyayên wê bên derxitin. Ozturk ku 12 rojan li ber kavilan sekinî, ji mala wê ya 35 salan tu tişt nema. Ozturk ku 3 rojan di nava kavilên xaniyê xwe de li eşyayên xwe geriya got: "Min zarokên xwe danîn Îzmîrê û hatim. Eşyayên ku hevjînê min ê rehmetî dabûn zarokên min, ji bo min pir biqîmet bûn. Ew saxlem hatin derxistin, lê bi kemçeyê hemûyan şikand. Betaniyên min, nivînên min hemûyan qetandin. Bi kemçeyê li qamyonê hatin barkirin. Ez pir li ber dikevim. Ew keda min a salan çû. Min ji bo keça xwe cihêz çêkiribûn. Ma ev ne bêedaletî ye? Zarokên min sêwî ne. Keda min a 35 salan çû. Bîranînên min li wir qediyan. Ez ne li dû tiştekî me."    'BILA DEWLET PEREYAN JI ME NEXWAZE'   Ozturk destnîşan kir ku ew bawer nake ku dê dewlet zirara wan bide wan û got: "Yek hatiye ji bo eşyayên xaniyê min 100 hezar fiyet diyar kiriye. Ji bo xanî jî 800 hezar. Di bin xaniyê min de dikaneke 40 metrekare hebû, ew nehesibandiye. Piştî min telefon kir, gotin 400 hezar TL. 3 perçe tişt, trîlyon û nîvê jî nakin. Lê ez dizanim dê dewlet zirara min nede. Dewlet sibe dusibe dê doza pereyan li min bike, ji bo xaniyê min çêbike. Bial bi pereyan xanî ji kesên ku xaniyên wan hilşweşiyane çênekin. Jixwe keda me çûye. Dibêjin, 'em ê xanî çêbikin, lê ji sedî 45'ê wê dê xwediyê xnê bidin.' Ez ê bi vî lingê xwe yê seqet, bi vî milê xwe yê seqet çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?"   MA / Yusra Batihan