Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike 2023-03-02 11:13:52   MELETÎ - Ji mexdûrên erdhejê Beyaz Adiyaman ku ji bo dilxwazan xwarinê çêdike wiha dibêje: “Çawa ku ew ji bo me hatibin vê derê, em jî hewl didin ji bo wan bibin alîkar.”    Ye ji bajarên herî zêde ji erdhejên Mereşê bandor bûyî, Meletî ye. Xelk, li bajar hewl dide bi rêya piştevaniyê birînên xwe derman bike. Dilxwazên ku bi koordînasyona ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civakî hatine bajar, piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re dikin. Her wiha dilxwaz tax bi tax, gund bi gund û mal bi mal digerin û pêdiviyên bingehîn û xurekan li xelkê bajar belav dikin. Di erdhejê de dikana xwarinan a welatiya bi navê Beyaz Adiyaman hilweşiya. Adiyaman, ji roja çaremîn a erdhejê heta niha rojê du danan bo mexdûrên erdhejê xwarinê çêdike.    ROJÊ BO 100 DILXWAZAN XWARINÊ ÇÊDIKE    Beyaz Adiyaman, ji bo dilxwazên ku 4 roj piştî erdhejê hatin bajar xwarinê çêdike. Adiyaman, got ku rojê bo nêzî 100 kesan xwarinê çêdike û ev tişt anî ziman: “Weke mexdûreka erdhejê ez bo dilxwazan xwarinê çêdikim. Çawa ku ew ji bo ji her deverê hatibin vê derê, em jî dê ji bo wan a ku ji destê me tê dê bikin. Di erdhejê de dikana min hilweşiya. Min xwarinên malê çêdikirin lê kargeha min hilweşiya. Min nexwest li malê vala bala bisekinim. Ez bi keyfxweşî û dilxwaziyeke mezin bo hevalan xwarinê çêdikim. Em naxwazin ku dilxwaz birçî bimînin. Piştevanî her tim girîng e.”    MA / Dilgeş Ruvanas