Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin 2023-03-02 11:31:10   MEREŞ - Erdhejên ku navenda wê Mereş bû ket roja 25’emîn. Hê jî hin malbatan kon nedîtiye. Malbata Aksaç yek ji van malbatan e û di seraya sebze de jiyana xwe ji didomînin.    Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê erdehj çêbûn. Her du navçe jî navenda erdhejê bûn. Rêya gundê Gafarli yê bi ser navçeya navendî ya Dûlkadîroglû ya Mereşê ve ji ber berfê û herifîna rê gundî asê mabûn. Malbata Aksaç ku 7 ferdên wê hene li gund asê mabû û seraya sebzeyan ku lê dinêrin ji xwe re kirin stargeh. Malbat tevî hewa sar di şertên zehmet de dijî. Mala wan xesar dîtiye û ditirsin ku bikevin mala xwe. Malbat bi rojan di seraya sebze de ma. Piştî rê tê vekirin tên Mereşê û ji ber cihek lê bimînin û konek peyda nakin, dîsa dizivirin gundê Gafarliyê. Malbat dibêje ew bi erzaqên ku dilxwazan ji wan re biriye jiyana xwe didomînin û ji ber kon nedane wan, hê jî di seraya sebze de dimînin.    ‘CIHEK EM Ê SERÊ XWE LÊ DEYNIN TUNE YE’    Veysî Aksaç diyar kir ku wan kon xwestiye lê kesî kon nedaye wan û kes alîkariyê jÎ nade wan û piştî HDP ketiye dewrê wan xwe gihandiye erzaq. Aksaç anî ziman ku ew 45 sal berê hatine Mereşê û du sal in li Gafarliyê bekçîtiya serayê dike û erdhejê wan şerpeze kiriye. Aksaç diyar kir ku wan gelek zehmetî kişandiye û got: “Niha berf rabû, lê cihek ku em ê serê xwe lê deynin nîne. Wext û saet derbas nabin. Em nizanin em ê çi bikin. Niha em bi xêra vê serayê dijîn. Heke sera nebûya em ê hemû bimirina. Wek din cihek me din nîne. Ez çûm AFAD’ê lê gotin kon nîne. Dewletê alîkariya me nekiriye.”    MA / Ahmet Kanbal