PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir 2023-03-02 11:52:35   NAVENDA NÛÇEYAN - PKD’ê li qada Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê 3 baregehên leşkerî ava kir.    Dewleta tirk di 14’ê nîsana 2022’yan de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê êriş dabû destpêkirin û ev êriş hêj berdeam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku maskeyên gazê yên diçûn herêmê desteser kiribû, niha li Girê Hekarî yê Metînayê baregeheke leşkerî ava kir.    Artêşa tirk neçar ma bû ku xwe ji hemû qadên li herêmê vekişîne. Hêzên PDK’ê ji bo parastina leşkerên artêşa tirk ên li Girê Hekarî, li 3 girên cuda baregehên leşkerî ava kir. Li baregehên leşkerî jî alayên Herêma Federe ya Kurdistanê hatin libakirin. Nayê zanîn bê ka hêzên girêdayî kîjan artêşa di van baregehên leşkerî de dimînin.