Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin 2023-03-02 11:53:24 AGIRÎ - Parêzer Îbrahîm Baran diyar kir ku li ser laşê Ahmet Bûgrûrê ku hatibû îdiakirin li midûriyeta polîsan a Bazîdê xwe kuştiye, dewsa lêdanê hebûye û got ku çendî polîs bi kamerayan nezaretxaneyê temaşe kirine jî mudaxile nekirine.    Di 23'yê Sibatê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, bavê 3 zarokan Ahmet Bûgrûr, bi hinceta ku bi meleyê mizgeftê re nîqaş kiriye hatibû binçavkirin. Hatibû îdiakirin ku Bûgrûr li nezaretxaneya Midûruyeta Polîsan a Bazîdê bi qocikê xwe, xwe kuştiye. Lêpirsîna der barê bûyerê de didome. Dîmeneke aydê nezaretxaneya miduriyeta polîsan ku ji 11 deqîqeyan pêk tê xistin nav dosyaya lêpirsînê. Dîmenê ku weke nezaretxane 4 nimre lê hatiye kirin di 23’yê sibatê de saet di 09.10’an de dest pê dike. Di destpêka dîmen de Bûgrûr li nezaretxaneyê li ser cihê xwe rûniştiye. Bûgrûr ê saet di 09.12’an de radibe û betaniya xwe ber bi deriyê nezaretxaneyê ve kaş dike, li pişt deriyê hesin qîr dike û destê xwe radike. Ji ber di dîmen de deng tune ye nayê zanîn ku Bûgrûr çi dibêje û ji kê re qîr dike. Bûgrûr ê pişt re betanî perçe kir, cara duyemîn ber bi deriyê hesin ve tê û qîr dike dû re bi perçeyê betaniyê ve bi deriyê hesin ve radipelike. Bûgrûr ê hewl dide betaniyê bi jora deriyê hesin ve girêbide ji ber nekarî tê xwarê. Bûgrûr pişt re dîsa qîr dike û tiştekê dibêje, saet di 09.15’an de qocixê xwe ji ber xwe dike û dest bi çirandina wî dike. Bûgrûr ê saet di 09.17’an de qocixê xwe bi stuyê xwe ve girêda û bi deriyê hesin ve radipelike hewl dide aliyê qocixê xwe yê din bi jora deriyê hesin ve gire bide. Lê ji ber nikare dîsa tê xwarê. Bûgrûr ê bi parçeyekî qoncixê xwe lingên xwe girê dide li kamerayê dinêre û hewl dide bi deriyên hesin ve dî rapelike lê desta jê berdide. Bûgrûr ê saet di 09.18’an de cihê xwe yê li nezaretxaneyê dişikîne û perçeyên wî bi awayekî ber bi jor ve datîne ber deriyê hesin dû re qoncixê bi stûyê xwe ve girêdayî bi jora deriyê hesin ve gire dide û xwe berdide jêr. Piştî vê yekê dîmen bi dawî dibe.    TEVÎ HEWLDANÊ JÎ POLÎS NÎNIN    Di dîmenê ku xistine nav dosyayê de tevî ku Bûgrûr ewqas qîr dike, betanî û cilên xwe diçirîne û dixwaze xwe bi deriyê hesin ve daliqîne jî polîsekî ku hatiye nezaretxaneyê xuya nake. Bira Resûl Bûgrûr got ku di bin çengê birayê wî de derba lêdanê hebûye û nav pişta wî, newqa wî û kulîmekên wî jî reş û mor bûne. Bûgrûr got ku têkildarî îdiayên xwekuştinê tu belge nîn in.   LI BÛGRÛR XISTINE   Bira Resûl Bûgrûr, bilêv kir ku gava birayê wî hatiye binçavkirin ew jî çûye midûriyeta polîsan. Bûgrûr diyar kir ku li midûriyeta polîsan xwestiye birayê xwe bibîne, lê polîsan nehiştiye û got ku birayê wî ji ber ku ew û mele ketine qirika hev hatiye binçavkirin. Bûgrûr da zanîn ku çûye bi meleyê bi navê Ahmet re axiviye û got: "Birayê min û mele ketine qirika hev, lê mele negot ji ber çi ketine qirika hev. Paşê mele telefonî polîsan dike û polîs tên her duyan jî dibin midûriyetê. Li midûriyetê birayê min şelmaqekê li mele dixe û polîs jî radibin li birayê min dixin. 4 an jî 5 polîs li birayê min xistine û ew bi erdê ve heya nezaretxaneyê kaş kirine."   ‘NE DIYAR E KU XWE KUŞTIYE'   Bûgrûr diyar kir ku ji bo teşxîsê çûne nexweşxaneyê û got: "Zavayê me ji bo teşxîsê ket hundir. Paşê ji bo otopsiyê cenaze birin Agiriyê. Êvarî saet li dor 8'an ew anîn. Gava cenaze hat şûştin ez jî li wir bûm. Li bin çengê birayê min derbek mezin hebû. nav pişta wî, newqa wî û kulîmekên wî jî reş û mor bûn. Li hundir li birayê min xistine. Ez vê baş dizanim. Ji lew re di raporan de tê gotin ku lêdan xwariye. Li ser gelek deverên laşê wî dewsa lêdanê hebû. Tu agahî û dîmeneke der baêr xwekuştinê de li ber destê me tune ye. Min raporê rê hevalê xwe yê bijîşk da. Ji min re got, stuyê wî pir tahl bûye, qirika wî hatiye jidandin, stuyê wî hatiye eciqandin. Ev tişt ji min re gotin. Birayê min ne kesekî ku xwe bikuştana. Ez bawer nakim ku birayê min xwe kuştibe. Em bi saetan li ber qereqolê sekinîn. Negotin werin birayê xwe bibînin. Ger xw edaliqandibe jî çim ew rê min nedan. Ji ber van titşan fikarên min hene. Ji lew re li ser laşê wî gelek derb hebûn. Kincê wî herî bûn û dewsa pehînan li ser hebû. Li her derê qereqolê kamera hene. Miheqeq dîmenên vê hene. Min dîmen xwestin, lê rê min nedan."   PARÊZER: ÎHMALKARÎ HEYE   Îbrahîm Baran, parêzerê Bûgrûr jî bibîr xist ku li gor rêziknameya nexaretxaneyê berpsiyariya midûriyeta polîsan e ku nezaretxaneyê raçav bike û got ku ji ber ku polîs vê berprisiyariya xwe bi cih neaniye muwekîlê wî wefat kiriye. Baran got: "Gava delîl, belge û ewraq û vîdeo tên vekolandin, tê dîtin ku îhmalkarî heye. Di vî warî de me hemû serlêdanên xwe kirine. Kamera hene, lê midûriyeta polîsan mudaxile nekiriye. Midûriyetê îhmalkarî kiriye. Der barê derbên li ser canê wî me serlêdan kirine. Li gor raporên li ber destê me, dewsa derban li ser canê wî hene. Lêpirsîna der barê vê de jî didome."   Ji ber derbên li ser canê Bûgrûr, nimûneyên ji cenaze hatine wergirin ji Serokatiya Tiba Edlî ya Amedê re hatin şandin.    MA / Ercan Oksuz