Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe 2023-03-02 13:00:48   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bal kişand ser gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “heqê xwe li min helal bikin” û wiha got: “Di siyasetê de hevhelalkirin, bi hesabdayînê dibe.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li Semsûrê ji mexdûrên erdhejê re gotibû; “Kêmasiyên me çêbûn, heqê xwe li me helal bikin.” Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz bertek nîşanî gotinên Erdogan da û got: “Di siyasetê de beriya hevhelalkirinê divê hesab were dayîn.”    ‘BILA HESABÊ BIDIN’    Aydenîz got ku îktîdarê di pêvajoya erdhejê de weke karê destpêkê Rewşa Awarte (OHAL) îlan kiriye û wiha dom kir: “Di erdhejê de 48 saetên destpêkê pir girîng in. Lê dewlet li qadê tune bû. Piştre jî radibe ji gel dixwaze ku heqê xwe lê helal bikin. Beriya hevhelalkirinê, ji ewil bila hesabê bidin gel bê ka çima bi mudaxaleya dereng bûn sedema gelek mirinan. Sedema mirina ewqas kesan, polîtîkayên şer û rantê yên îktîdarê ne. Erdhej bi xwe karesateke xwezayî ye. Lê belê mirov bi rojan di bin kavilan de hatin hiştin, Heyva Sor kon firotin û gelek kes mirin. Berpirsyariya vê jî di stûyê îktîdar û dewletê de ye. Bêyî ku hesaba vê bidin, ji gel dixwazin heqê xwe lê helal bikin. Ev tiştekî deraqilî ye. Erdogan, bi OHAL’ê re xwest berpirsyartiya xwe ya siyasî veşêre. Di rewşeke wiha de nayê qebûlkirin ku ji gel daxwaza helalkirina heqê xwe bike. Di siyasetê de tenê dema tu bi sûcên xwe re rûbirû bû, dema tu bi encamên wan re rûbirû bû û te hesab da dikarî hevhelal bikî. Tu rêyeke din nîne.”   ‘ÇARESERÎ RÊVEBERIYÊN XWESER ÊN DEMOKRATÎK IN’   Bi domdarî Aydenîz anî ziman ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehên din ji saetên destpêkê yên erdhejê ve çûne herêma erdhejê û wiha bi dawî kir: “Lê rêveberiya navendî di neçareseriyê de israr kir. Ev îktîdar nikare welêt birêve bibe û sedema aloziyan jî ev e. Lewma dewlet, rejîma yekzilamî û îktîdar her tim li pêşiya gel bû astengî. Kon û kemçe hene lê dibêjin bêyî destûra walî em nikarin bidin. Li dijî rêveberiya navendî, tekane rê jî rêveberiyên xweser ên demokratîk in. Bi bûyerên dawî re careke din derket holê bê ka rêveberiyên xweser çiqas girîng in. Dewletê tehemûla piştevaniya rêxistinên civaka sivîl û dilxwazan nekir. Lewma qeyûm tayînî depoyên alîkariyê kir. Êdî polîtîkayên xwe bi pergala qeyûman birêve dibin. Nikarin beriya rêveberiya navendî yek gavê biavêjin. Lewam divê rayeyên heyî ji wan bên standin û bidin rêveberiyên herêmî.”