Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn 2023-03-02 13:38:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li çoltera rojavayê Dêrazorê di dema derbasbûna kamyonê de teqînek çêbû û 5 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn.    Li çoltera rojavayê Dêrazorê mayîneke ku ji çeteyên DAIŞ’ê mabû, di dema derbasbûna kamyonekê de teqiya. Li gorî nûçeyên di medyaya hikumeta Şamê de cih digirin 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku kesên di kamyonê de ji bo komkirina kîvarkan diçûn herêma Kebacib a başûrê rojavayê Dêrazorê.    Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di teqînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 35’an zêdetir kes jî birîndar bûne.    Li gorî daneyên SOHR’ê ji destpêka salê û vir ve li Sûriyeyê ji ber mayînên ji ber şer mane 18’ê jê zarok 57 kesan jiyana xwe ji dest dane û 118 kes jî birîndar bûne.