Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin 2023-03-02 16:25:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên dozê têkildarî 2’yemîn Komkujiya Parîsê daxuyanî dan û xwestin ku were lêkolînkirin bê ka têkiliya kujer bi Tirkiyeyê re hene yan na. Berdevkê CDK-F’ê Agît Polat jî bal kişand ser hûrgiliyên êrişê û wiha got: “Divê lêpirsîn lez bi pêş keve.”   Yek ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermendê kurd Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdurrahman Kzil di 23’yê kanûna 2022’yan de li paytexta Fransayê Parîsê di encama êrişê de hatin qetilkirin.  Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û parêzerên dozê têkildarî komkujiyê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya daxuyanî dan. Berdevkên CDK-F’ê Berîvan Firat û Egît Polat, parêzerên dozê Christian Charrière-Bournazel, David Andic û Jean-Louis Malterre di daxuyaniyê de amade bûn.    ‘DIVÊ TÊKILIYÊN KUJER ÊN BI TIRKIYEYÊ RE BÊN LÊKOLÎNKIRIN’   Parêzerê fransî Chrîstîan Charrîere-Boûrnazel anî ziman ku dewleta tirk dijminatiyê li kurdan dike û ji zextên li kurdan têne kirin mînak da. Charrîere-Boûrnazel komkujiya Parîsê bi bîr xist û xwest ku hemû têkiliyên berê yên kujer bêne lêkolînkirin. Bi domdarî wiha got: “Divê em êdî xwe kor nekin. Divê bê lêkolînkirin bê kujer ji aliyê dewleta tirk ve hatiye birêvebirin yan na.”   Parêzer Davîd Andîc jî bal kişand ser cudahiya nêzîkatiya li hin dozan û diyar kir ku maseya antî-terorê bi dozên têkildarî ciwanên kurd re mijûl dibe û pirseke wiha kir: “Çima dozgeriya antî-terorê tev li doza komkujiyê nabe?” Andîc bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku destûr bê dayîn ji bo edalet karê xwe bike. Divê edalet bi cih bê.”   ‘ÇIMA ÊRIŞÊ DI ÇARÇOVEYA TERORÊ DE NANIRXÎNIN?’   Parêzer Jean Lûîs Malterre jî ragihand ku ew kêfxweş e ji ber ku Fransa kurdan qebûl dike, lê belê hin hevkariyên bi dewleta tirk re kiriye cihê aciziyê ye. Malterre destnîşan kir ku sira dewletê ya li ser komkujiya Parîsê ya yekemîn bandorê li doza niha dike û anî ziman ku ew fêhm nakin bê çima êrişa 23'yê kanûna 2022'yan di çarçoveya terorê de nehatiye nirxandin. Têkiliyên polîsên lêpirsînê dimeşînin bi dewleta tirk re cihê gumanan e.”   ‘LÊKOLÎNA LI MALA KUJER DERENG HATE KIRIN’    Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F'ê Agît Polat jî ragihand ku lêpirsîn gelekî lawaz dimeşe û divê bi lez bê kirin. Polat bi bîr xist ku piştî piştî mehekê li mala kujer lêgerîn hatiye kirin û ev pirs kir: “Çima ewqasî bi dereng hate kirin? Gelek pirsên bê bersiv hene. Em dixwazin ku lêpirsîn hîn bi lez û erênî bê meşandin.”