Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin 2023-03-02 16:52:58   HATAY - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, da zanîn ku hewl tê dayîn ku alîkariya dilxwazan bê astengkirin û anî ziman ku  ji bo guhertina avaniya demografik a Hatayê gavên teşwîqkirina koçê ya gel hene.    Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk ê serdanên xwe yên li herêmên erdhejê didomîne, bi rêveberên sendîkayê yên pê re, bi mexdûrên erdhejê yên li Hatayê re hatin gelhev. Şandeya ku serdana mexdûrên erdhejê yên li Samandagê kirin piştgiriya dilxwazên piştevaniyê yên li Parka Sevgiyê ya li navçeya Defneyê kirin.    PIRSGIRÊK 25 ROJ IN BERDEWAM DIKIN    Bozgeyîk ê di serdanê de axivî, diyar kir ku bi gel, tenduristvan û dilxwazên piştevaniyê re hevdîtin kirine, di serî de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê pirsgirêkên weke xizmetên tenduristiyê, rêveberina xizmetên cemaweriyê, pêdiviyên gel ên weke stargeh, kon, paqijî û avê jî 25 roj in berdewam dikin.    PÊVAJOYA ZEXTÊ    Bozgeyîk, diyar kir ku beşên civakî yên dixwazin piştevaniyê pêş ve bibin û êşa gel kêm bikin ji OHAL’ê ve bi pêvajoya zextê re rûbirû ye û bi bîr xist ku dilxwazên li Parka Sevgiyê dimînin tê xwestin bên rakirin. Bozgeyîk, da zanîn ku armanca wan ew e ku dewlet peywîra xwe bi cih bîne û wiha got: “Ji ber xizmeteke nîne em li vir in.”   ‘BILA DEST JI TEŞWÎQA KOÇKIRINÊ BÊ BERDAN’   Bozgeyîk, bi lêv kir ku ev xizmet li Samandag û Antakyayê bi zanebûn dereng tên xistin û anî ziman ku li van deran dibînin ku polîtîkayên cihekariyê tên meşandin. Bozgeyîk, diyar kir ku ji bo guhertina avaniya demografik a bajêr gavên teşwîqkirin ji bo bajarên din jî hene û ev tişt gotin: “Heyva Sor a Tirk a 25 roj in li qadan nîne van rojan hewl dide hin navendan ava bike û alîkariyê bike.”