ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN 2023-03-03 09:00:21   * Mexdûrê erdhejê Hasan Arin ku di erdhejê de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku çend rojan qet mudaxale li Semsûrê re nehatiye kirin û got ku heke alîkarî zû bihata kirin ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedidan.    * Giravok û fetlokên Çemê Dîcleyê yên di nava Baxçeyên Hewselê re derbas dibin ji bo çandiniyê tên tijekirin. Rayedar jî xwe li nedîtinê datîn.    * Avahiyên di erdhejê de hilweşiyane eşkere dikin ku şaredariyên AKP-MHP'î ji bo rantê destûra îmarê dane. Her wiha tê dîtin ku ji bo tesfiyekirina siyaseta kurd jî şaredarên avahiyên qaçax rûxandine an jî hewl dane birûxînin, li şaredaran doz hatine vekirin.    * Gelek mirovên li hemberî zarokên xwe şerm dikin, li dijî dewletê bihêrs, ji xwe aciz û gelek kesên dibêjin ‘yên mirîn rizgar bûn’, roj bi roj hêviya xwe winda dikin. Êdî tiştekî ji vê wêdetir tune ye.   * Marina Schmid û Max Höcker bi mebesta piştevaniya mexdûrên erdhejê re ji Almanyayê hatin Hatayê. Bi xwe re mitbaxeke mobîl anîn û rojane bo hezar û 500 kesan xwarinê çêdikin.    * Dilxwazan diyar kir ku beriya qeyûm tayînî Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Gundê Hasankoca yê Bazarcixê bê kirin wan alîkarî gihandiye 180 gundan û îktidarê xwest pêşiya piştevaniyê bigire lê bi ser neket.    * Jinan ku gotin dê 8'ê Adarê li herêmên erdhejê bi piştevaniyê pêşwazî bikin, diyar kirin ku têmaya 8'ê Adara îsal "mor-reş û hesabpirsîn" e û ji bo jinûveavakirinê bang kirin.    * Aze Denîz Akşar ku li Semsûrê daxilî nava tora piştevaniyê ya dilxwazan bûye û alîkariya mexdûrêne rdhejê dike got: "Piştevaniya gel gelekî ji hêza dewletê wêdetir e."    * Rojnamevanan destnîşan kir ku li herêmên erdhejê astengkirina rojnamevanan û qedexekirina weşanê dijî hiqûqê ye û gotin: "Desthilat ji bo bêkêriya wê û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir."    * Li Bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûn nifûsa gundan bû du-sê qat. Nifûsa gundê Aknehîr yê navçeya Samandagiyê ku hezar û 400 e gihişt 3 hezaran.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin dê di roja 711’an de berdewam bike.    * ÎHD’ê wê rapora Binpêkirinên Mafan ên Girtîgehên li Herêma Marmarayê ya sala 2022’yan wê li avahiya komeleya xwe ya Stenbolê aşkere bike. (13.00)   * TOP dê têkildarî biryara girtinê ya derbarê Endama Lijneya Berdevkên TOP’ê Perîhan Kocayê hatiye derxistin li avahiya xwe ya li Kadikoyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * ÎHD, wê li gelek bajaran di avahiyên xwe de Nobeta Aştiyê bigirin. (14.00-18.00)