Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne 2023-03-03 10:10:27   MELETÎ - Li Meletiyê, tevî şert û mercên jiyanê yên dijwar û bêxemiya saziyên pêwendîdar, pêdiviyên welatiyên astengdar ên ji erdhejê bi bandor bûne, ji aliyê xizmên wan ve tên tedarikkirin.    Li Meletiya ku yek ji bajarên ji erhdejên li Mereşê çêbûn bi bandor bû, welatî bi hewldanên xwe birînên xwe derman dikin. Li bajarê ku di roja ewil a erdhejê de astengdarên li Malalênêrînê ya Guven diman di bin berfê de hatin hiştin, pêdiviyên bi hezaran welatiyên astengdar ên li malên xwe man, bi cih nehatin anîn. Tevî ku bi ser erdhejê re 26 roj derbas bûn jî xwişka Done Dag a ji sedî 70 astengdar, Perîhan Yucekaya diyar kir ku Miduriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajêr ji bo xwişka wê li wan negeriyane û wiha bang li rayedaran kir.    KESÊ BIGERE NÎNE   Yucekaya, da zanîn ku Done ji sedî 70 astengdar e û wiha got: “Done nikare li xwe binêre. Tevî ku ji sedî 70 astengdar e û di şaredariyê de qeyda wê heye jî kes negeriya. Mûçeyê astengdaran digire. Ji ber kesa li wê dinêrî jî di erdhejê de mexdûr bû neçar ma terka wê bike. Ji ber neçar ma biçe cem xizmên xwe yên li bajarekî din nekarî Doneyê bi xwe re bibe. Em bi Doneyê re 25 roj in li kolanan e. Em di konan de dimînin lê ji ber tuwalet li wir nîne em carnan di dibistanê de dimînin.  Ew nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn ên lênêrînê bi cih bîne. Li bajêr hêj erdhejok berdewam dikin. Heta ku Doneyê dernexînim nikarim derkevim. Bi rastî jî em di rewşeke gelek zor de ne.”   Yucekaya, anî ziman ku ji Miduriyeta Malbat û Xizmetên Civakî kes li wan negeriya û wiha domand: “Dewlet mecbûr e li welatiyê ku pêdiviya wî li lênêrînê heye binêre. Ne bav ne jî dayika Doneyê heye. Bi her awayî Done mexdûr e. Ji ber nikare li xwe binêre divê her roj serê xwe bişo. Ji ber wê yekê 70 kîlometreyan rê diçim wê dibim gund û serê wê didim şûştin. Em dîsa neçar in ku vegerin bajêr. Mala me xera bû. Em li dibistanê, kon, gund di nava perîşaniyeke mezin de dimînin.”   ‘DIVÊ PÊDIVÎ BÊN BICIHANÎN’   Yucekaya, da zanîn ku heta neha gelek caran li rayedaran geriyan e lê kes li wan venegeriya ye û ev tişt gotin: “Em li Miduriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Meletiyê geriyan lê gotin hûn xelet geriyan e û telefon girtin. Di kolanan de gelek mirovên weke min mexdûr hene. Divê demildest pêdiviyên van bi cih bên anîn.”   MA / Dilgeş Rûvanas