Çiqas bextewar im ku dicemidim! 2023-03-03 11:36:54   MEREŞ - Elbistaniyên li quntara Çiyayê Şar ku li ser bi tîpên mezin “Çiqas bextewar e yê ku dibêje ez tirk im” dinivîse dijîn ji ber sermayê dicemidin.     Tevî ku di ser erdhejê re 26 roj derbas bûne jî, li Elbistanê welatiyên bi taybetî li herêma kolîtan dijîn, di konên çêkirî de jiyana xwe didomînin. Welatiyekî ku di van konan de dijî bi gotinên “Di vê sermayê de em di konên havîne de dimînin, bi şevan êdî ji ber sermayê nikarin bisekinin” gazinan dike. Nivîsa “Çiqas bextewar e yê ku dibêje ez tirk im” a bi tîpên mezin li ser qûntara Çiyayê Şar hatiye nivîsîn, weke mîzanseneke hatiye amadekirin disekine.    MA / Adnan Bîlen