Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin 2023-03-03 12:28:13   DÎLOK - Di pergalê de avahiyên saxlem wek hilweşiyayî û avahiyên hilweşiyayî jî wek saxlem hatine tomarkirin.    Piştî erdhejan li Islahiyeyê tespîta xesarê ya ewil bi helîkopterê dîmen û wêne hatin girtin û kirin. Midûriyeta Bajêr a Hawirdorê û Bajarvaniyê piştî erdhejê pênc şeş rojan şûn ve dîmenên bi helikopterê hatine girtin û dîmenên feykê hatine girtin berawirdî kirin û daneyên xam ên ewil hatin berhevkirin. Piştre ekîbên tespîta xesarê li taxan geriyan û avahiyên xesar dîtine û divê bi lezgînî bên xerakirin wek lîste amade kir. Midûriyetê fermana hilweşînê da ekîbên hilweşandinê. Ekîbên hilweşÎnê çûn ber avahiyên ku dê hilweşîne. Hat diyarkirin ku avahiyên dê xera bikin û avahiyên di Pergala Qeydê ya Nifûsê de hev nagirtin. Ekîbên hilweşînê koordînatên feykê ji xwe re esas girtin û dest bi hilweşandinê kirin.    WELATÎ HERÎKÎN BER MIDÛRIYETÊ    Ekîbên hilweşînê piştî avahiyên talûkeya wan heye hilweşandin lîsteyên ku rewşa tespîta xesarê ya teqez nîşan dide ji keyayên taxan re şandin û mehek dema îtîrazê dan destpêkirin. Lê belê welatî di lîsteyan de ji rewşek rasteqîntir bi raporên pir cuda re rûbirû man. Li gorî lîsteyên Wezaretê avahiyên saxlem wek hilweşiyane û avahiyên hilweşiyane jî wek saxlem hatine tespîtkirin. Ev rewş di pergala e-devlet a welatiyan de hat xuyakirin. Bi hezaran mexdûrên erdhejê li Islahiyeyê herikîn ber Midûriyeta Hawirdorê û Bajarvaniyê ya li konteynir û konan de li ber avahiya qeymeqamiyê xizmetê didin.    DANEYÊN ŞAREDARÎ Û MIDÛRIYETÊ LI HEV NAYÊN    Welatî hîn bûn ku ev yek ji ber cudahiya pergala Midûriyeta Bajarvaniyê û Şaredariya Islahiyeyê û Pergala Qeyda Nifûsa Navnîşanê ku li gorî hejmaran derketiye holê û tevlihev bûye.    PIRSGRÊK NEHATIYE ÇARESERKIRIN    Rayedarên şaredariyê, midûriyeta bajarvaniyê li gel ku li ser meseleye sekinînin jî lê pirsgirêk nehat çareserkirin. Ji bo ku welatî vê meseleya tevliheviyê çareser bikin li ber Midûriyat Bajarvaniyê bi metroyan dikevin dorê û li benda dora xwe disekinin.    30 SAL IN KU JIMARTIN NAYÊ KIRIN    Rayedarek midûriyetê diyar kir ku Şaredariya Islahiyeyê 30 sal in jimariyê û nûjenkirina navnîşana avahiyan nake. Rayedarek din jî dibêje ku ev pirsgrêk aydî Midûriyta Bajarvaniyê ye û ji ber ku midûriyet û şaredariyê bi hevkarî nexebitîne ev tevlihevî derketiye holê. Rayedar dibêje ku heman rewş li navçeya Nûrdaghiyê jî heye.    MA / Firat Can Arslan