Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne 2023-03-03 15:48:13   STENBOL - ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku di sala 2022’yan de li 52 girtîgehan bi giştî 8 hezar û 443 binpêkirinên mafan qewimîne û bang li rayedaran kirin ku dawî li binpêkirinan were anîn.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê rapora “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên HErêma Marmarayê ya Sala 2022’yan” eşkere kir. Komîsyonê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û endamên Komîsyonê Mehmet Acettîn û Meral Nergis Şahin tev li civînê bûn.    KAPASÎTE Û HEJMAR NAÇIN BER HEV    Di raporê de hat diyarkirin ku li tevahiya welat 399 girtîgeh hene û lê di malpera înternetê ya midûriyeta girtîgehan de hejmara girtîgehan 481 girtîgeh tên xuyakirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Wezareta Dadê di 2’yê çile de ragihandiye ku kapasîteya girtîgehan 286 hezar û 797 kes in lê belê di van girtîgehan de 341 hezar û 497 kes tên ragirtin. Di rapora ÎHD’ê de hat destnîşankirin ku 54 hezar û 700 girtî bi ser hejmara kapasîteyê re ye û wiha hat gotin: “118.738 girtîgeh vekirî ne. 222.759 girtîgeh girtî ne. 298.975 girtî hikûmxwar in. 42.522 girtî ne. 200 jê LGBTÎ ne, 13.737 jê jin in û 12.045 biyanî ne. 581 kes astengdar in. 1.453 kes hikûmxwarên meubeda giran in. 5.765 kes bi ser 65 salî re ne. 2.511 girtî zarok in ango di bin 18 saliyê de ne. Li Girtîgehên Vekirî 60.767 girtî bi sîgortayê tên xebitandin.    SALA ÎŞKENCEYÊ    Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehan sala 2022’yan bû sala îşkence, tevgerên rûmet şikandinê, tecrîdkirin, binpêkirina mafên tenduristiyê, binpêkirina edaletê û cihêkariyê û binpêkirinên mafan ên giran qewimîn. Di raporê de hat gotin ku girtîgeh hemû bi destên îktidarê tên çêkirin.    8 HEZAR Û 443 BINPÊKIRIN    Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehên herêma Marmarayê jî di nav de li 52 girtîgehan bi giştî 395 serlêdan ji bo wan hatiye kirin û herî zêde girtiyan ji girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê serlêdan kirine. Di raporê de hat gotin ji van 395 serlêdanan 337 serlêdan ên girtiyên polîtîk in. Di raporê de hat destnîşankirin ku seranserî salê li girtîgehan îşkence, muameleya xerab û muameleya rûmet şikandinê li dijî girtiyan pêk hatiye. Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2022’yan de li 52 girtîgehan bi giştî 8 hezar û 443 binpêkirinên mafan qewimîne û bang li rayedaran kirin ku dawî li binpêkirinan were anîn.   TECRÎD DIDOME    Di raporê de bal kişandin ser Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin û hat gotin li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirina Ocalan bênavber dewam kir û dike. Di raporê de hat destnîşankirin ku malbat û parêzer her çiqas serlêdana hevdîtinê dikin jî lê daxwazên hevdîtinê bêbersiv tên hiştin.