‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’ 2023-03-03 16:13:53   AMED - Endamê ÎKK’ya TMMOB’ê Dogan Hatûn bertek nîşanî hedefgirtina TMMOB’ê ya projeyên veguherîna bajêr ên rantê yên li Amedê sekinandin da û wiha got: “Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî mirin, bêmalî û birçîtiyê nekin.”   Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Amedê ya TMMOB’ê  têkildarî veguherîna bajêr a piştî erdhejê ji nû ve kete rojevê li Şaxa Odeya Endezyarên Nexşeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê ÎKK’ya TMMOB’ê û Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Kanzayê ya Amedê Dogan Hatûn bal kişand ser veguherîna bajêr a piştî erdehê li 11 bajaran jinûve kete rojevê û diyar kir ku avahiyên ku di erdhejê de zerar dîtine avahiyên ku an xizmetên endezyariyê wernegirtine an jî nehatine kontrolkirinin.   ‘DIVÊ MIROV ESAS BÊN GIRTIN Û WISA VEGUHERÎN ÇÊBIBE’    Hatûn, destnîşan kir ku li Amedê beriya erdhejê li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan û li taxa Peyas a navçeya Peyasê projeya veguherîna bajêr hatibû pêşkeşkirin, ji ber proje li dijî Qanûna Îmarê ya heyî bû ji zanîstê dûr bû û projeya rantê bû veguhestine darazê, bi biryara darazê projeya heyî hatiye rawestandin û wiha got: “Di modela veguherîna bajarî de em bi taybetî destnîşan dikin ku divê sepandin bi rengekî plankirî bên kirin û veguherîn bi modela esasgirtina mirovan, ne bi fikarên bazirganî bê kirin.”   ‘EM Ê GELÊ XWE TERKÎ MIRINÊ NEKIN’   Hatûn bertek nîşanî hedefgirtina TMMOB’ê ya projeyên veguherîna bajêr ên rantê yên li Amedê sekinandin da û got: “Weke rêxistinên pîşeyî em bi projeyên veguherîna bajarvaniyê re; modeleke veguherînê ya li dijî karesatê diparêze ku bêyî afirandina qadên nû, dûr û qut, gelên li herêmê ji cih û warên xwe nake û dikare li ser bingeha herêmî derfetên kar peyda bike diparêzin. Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî mirin, bêmalî û birçîtiyê nekin.”