Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike 2023-03-04 09:39:36   WAN - Welatiyan diyar kir ku wêraniya ji ber erdhejê çêbûye, ne "qeder", paşguhkirina desthilatê ye û gotin ku divê Erdogan "îstifa bike."    Erdhejên Mereşê, bandor li milynan kesî kirin. Bi taybetî jî ji ber îhmalkariyan bi hezara mirov jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran avahî xesar dîtin. Serokkomarê AKP'î Erdogan ku îhmalkariyê ji nedîtî ve dît, vê yekê wekî "qederê" pênase kir û ji gel xwest ku heqê xwe lê helal bikin. Waniyan destnîşan kir ku ev rûxandin bi qederê nayê ravekirin û ji Erdogan re gotin "Em heqê xwe li te helal nakin. Îstifa bike."    'BERPIRS DEWLET Û ŞAREDARÎ NE'   Hosteyê înşeatê Mehmet Ûçar bilêv kir ku erdhejê tiştekî "xwezayî" ye lê wêraniya çêbûye ji ber "netevdîrgirtinê" ye û got: "37 sal in ez vî karî dikim. Me li gelek bajaran înşeat çêkirin. Ez bi xwe şahidê kêmasiyên îneşata me. Ger hûn avahiyekê bi amûrên kêm çêbikin, hûn niakrin ji bo wêraniya çêbibe bibêjin qeder e. Ger hûn qûmê ji behrê bînin û ji dêvl abetonê alçiyê bi kar bînin, hûn nikarin tiştekî saxlem ava bikin. Lewma piraniya sûc ê şaredarî û dewletê ye ku avahiyan kontrol nakin."    Hidir Biçakçi jî ku got "Li hemberî erdhejê zanist û aqil divê" destnîşan kir ku Erdogan bi daxuyaniya xwe ya "qederê" nîşan daye ku çiq asî ji zanistê dûr e. Biçakçi wiha bertek nîşan da: "Welehî bîllehî ez heqê xwe li wan helal nakim. Li dinya wî aliyî dê destê min di qirika wan de be."    'BERPIRS HIKÛMET E'   Cafer Bazar jî diyar kir ku karesata ji ber erdhejê çêbûye bi qedereê nayê ravekirin û got: "Erdhej mirovan nakuje, paşguhkirin dikuje. Di erdhejê de avahiyên du sê salî hilweşiyan û mirov jiyana xwe ji dest dan. Em heqê xwe helal nakin. Berprisê vî 45 hezar mirovî hikûmet e."   Fahrettîn Agdar jî got: "Berpirsê vê erdhejê desthilat e. Lewma divê daxilî nava hilbijartinê nebe."    'GER HÛN NIKARIBIN BI RÊ VE BIBIN' ÎSTIFA BIKIN'   Huseyîn Ataman jî destnîşan kir ku avahiyên li Tirkiyeyê ji sedî 90 li gor rêziknameya erdhejê nehatine çêkirin û got: "Ev qas îhmalkarî heye. Ne pêkan e mirov vê yekê bi qederê rave bike. Ev agir em hemûyan şewitand. Ev rûxandin li ku çêbibûna... Lê mêze bike çend roj berê li Yûnanîstanê trênekê qeza kir û çend wezîr îstifa kirin. Yanî ger hûn nikaribin bi rê ve bibin îstifa bikin."