Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin 2023-03-04 09:57:10   DERSIM - Du kesên ku polisan li Dersimê kîs kiribûn serê wan û ew binçav kiribûn, hatin girtin.    Di 1'ê adarê de li taxa Sîhenk a Dersimê, polisan bi ser malan de girtibû û Nerîman Donmez û Erkan Gul binçav kiribûn. Dema binçavkirinê polisan kîs kiribû serê Donmez û Gul û li wan dabûn. Piştî ku li emniyetê îfade dan Sonmez û Gul sewqî Edliyeya Dersimê hatin kirin. Li dozgeriyê bi angaşta "piştgiriya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê bi heman angaştê Sonmez û Gul hatin girtin.