Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin 2023-03-04 10:58:47 MELETÎ - Ermenî û suryaniyên ku li Meletiyê malê wan hilweşiyan koç dikin. Yûsûf Bayyîgît ê suryanî ku xaka xwe terk nekiriye li dijî koçê banga avakirinê kir.       Erdhejên ku di 6'ê sibatê de li Gurgumê pêk hatin bandoreke zêde li taxên Çavûşoglû û Salkopru yên navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê kirin û bûn sedema hilweşandina gelek avahiyan. Ji ber erdhejê ji sedî 80'yê taxan bûye kavil û makîneyên kar li her du taxan kavilan radikin. Ji hêlekê ve jî niştecihên taxê hewl didin amûrên xwe yên di nav kavilan de rizgar bikin. Ji ber vê rewşê piraniya kuçe û taxan ji çûn û hatina mirovan re hatine girtin. Li taxa Çavûşoglû mizgeft û dêrên taxê jî xesarên mezin li wan ketine.    JI OSMANIYAN HETA NIHA    Di sala 1516'an de dema ku Meletî ket bin serweriya Osmaniyan taxa Çavûşoglû weke taxa "kafiran" dihat binavkirin. Heta salên 1970'yan jî li taxê piranî ermenî, suryanî û elewî dijiyan. Lê bi demê re ev pir bawerî li taxê xera bû. Di sala 1974'an de dema ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Qibrisê "Tevgera Aştiyê" hat destpêkirin li Meletiyê li dijî kesên ne misilman zext zêde bûn. Ji ber vê zextê piraniya ermeniyan neçar man ku ji bajar koç bikin. Di darbeya 12'ê Îlonê ya 1980 de weke li gelek herêman li Meletiyê jî kesên ji baweriyên cuda hedef hatin girtin û ji ber vê sedemê jî gelek kesan ji bajar koç kirin.    Ermeniyên li taxa Çavûşoglû, destnîşan kirin ku mala rojnameger Hrant Dînk lê hatiye dinyayê beriya du salan ji aliyê mutehîtan ve hatiye hilweşandin û tê xwestin ku bîra bajar ji holê bê rakirin.    Lê tevî van hemû zehmetiyan jî hin kesên ji baweriyên cuda ku terka bajar nekiribûn û li ser xaka xwe dijiyan di erdheja Gurgumê de jiyana xwe ji dest dan. Yûsûf Bayyîgît ê suryanî ku li Meletiyê dijî, diyar kir ku bi wî re 3 kesên din ên ji baweriyên cuda li bajar mane û hemû kesên din koçî bajarên cuda kirine.    Dêra Taşhoran (Surp Yerrortutyun) a taxê ya 130 salî ku beriya 2 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê ve hat restorekirin jî di erdhejê de xesareke mezin gihîştê û niha nikare bê bikaranîn. Hat hînbûn ku piştî 120 salan cara yekemîn sala borî merasîma mehrbirînê hatiye kirin. Vê yekê kêfa ermeniyan anîbû û ji bo pêşerojê hêviyek mezin dabû wan.    YÛSÛFÊ HEDAD BAJAR TERK NEKIR    Li taxa "kafiran" a Meletiyê ku heta salên 1970 jî dengê mîna Setrak, Lusyet, Julyet, Garbîz, Kîwerk û Agog ên di lîstikên taxê de dihat bîhistin êdî nayên bihîstin. Yûsûf Bayyîgît ê suryanî ku li bajar hedadiya dike û yek ji hostayên jimar ê Polayê Damascûsê (Şam) ye mala wî hilweşiyaye û ji neçarî li dikana xwe bi cih bûye. Yûsûfê hedad dibêje ku wê heta dawî li bajar be û terka bajarê xwe neke.    Yûsûfê hedad, serboriya xwe vegot û qala zehmetiyên ku ji ber erdhejê dikişînin kir û der barê rewşa wan de ev agahî dan: "Niha her yek ji me bi cihekî ve çûye. Malbata min neçar ma ku biçe Aydinê. Dîsa li vir malbatên ku me winda kir çêbûn. Li Meletiyê ji malbateke me 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Li vê taxê em nêzî 60 kesan mane. Weke malbat jî em 8 malbat ermenî û ewqas jî suryanî hene. Bi giştî nifûsa me 60 kes e. Piştî erdhejê bi min re em 3 kes mane û yên din hemû koç kirin. Ji ber ku kargeha min saxlem e ez mam. Bêguman ev starbûneke demkî ye. Nizanim ku wê ev starbûna demkî çiqas bidome. Nizanim piştî ku ev mirov vegerin wê çi bikin. Lewre ji bilî avahiyên hilweşiyane avahiyên mayî jî ne di rewşa ku mirov di wan de bimînin de ne. Bi rastî jî ev rewşeke xemgîn e. Karesata xwezayî bêyî ku cihêkariyê bike navberê bandor li herkesî kir. Niha hejmara me gelek kêm e."   BANGA JINÛVE AVAKIRINÊ KIR    Yûsûf, got ku tevî hemû zehmetiyan jî wê terka xaka xwe neke û banga jinûve avakirinê li kesên ku koç kirine kir.    MA / Dilgeş Rûvanas