Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin! 2023-03-04 12:46:59   MEREŞ - Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî ku bavê wî Ahmet Duşunmez diya wî Fatma Duşunmez û xwişkên wî Hêlîn û Elçîn ên di erdheja li navenda wê Bazarcixê çêbûyî de jiyana xwe ji dest dan 27 roj in agahî nayên girtin.   Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ji bilî kesên ku di erdheja 6’ê sibatê ya bi pileya 7.7 pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, kesên ku jê agahî nayên bihîstin jî hene. Yek ji wan jî Mehmet Duşunmez ê 13 salî ye ku dê û bavê xwe, du xwişkên xwe yên mezin, dapîr û bapîrê xwe winda kirine ye. Malbata Duşunmez  di qata yekemîn a Bloka B a Sîteya Has El a 10 qatî ya ji du blokan pêk tê û li Xaçerêya Trabzonê ya li Taxa Bahçelîevler a navçeya navendî ya Dûlkadîroglû ya Mereşê dijiya. Di erdhejê de blokek li ser piyan ma, Bloka B ya ku galeriya otomobîlan di qata wê ya zemînê de bû ser û bin bû û hat diyarkirin ku hema hema nîvê welatiyên li 20 daîreyan dijiyan jiyana xwe ji dest dane.    Cenazeyên Bav Ahmet Duşunmez (49) dayik Fatma Duşunmez (43) û zarokên wan Hêlîn (22) û Elçîn (17) Duşunmez piştî roja 10’an ji bin kavilan hatin derxistin. Lê tu şopên zarokê wan Mehmet Duşunmez ê 13 salî nehat dîtin. Li avahiya ku kavilê wê bi temamî hate rakirin xal û apên Mehmet ên 24 rojan ji herêmê neçûn ji bo ji xwarzî û biraziyê xwe re agahiyekê bigirin hewl didin.    Em çîroka Mehmet dema serdana gundê Xidiran ê Bazarcixê dikin ji hevala Fatma Duşunmez Yildiz Macartay hîn dibin. Macartay bi gotinên: “Fatma xwişka min hevala min hevrêya min a derdan bû. Beriya erdhejê rojekê em bi hev re bûn. Bi hevjîn û du zarokên xwe re di erdhejê de jiyana xwe ji dest da. Lê em ji kurê wê Mehmet agahî nagirin” ji kesên xwedî agahî alîkarî xwestibû. Li ser vê agahiyê em gihiştin xalê Mehmet Duşunmez ê 13 salî Salman Dönek.   Xalê wî Salman Doneklî yê li navçeya Bazarcix a Mereşê dijî û bi xwe jî bi çend saniyeyan ji binê xirbeyan xelas bû, serpêhatiyên xwe yên ji roja destpêkê ve bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir.   Donek anî ziman ku piştî bilez xwe avêtin derve û malbata xwe bir cihekî ewle, hewl dan xwe bigihînin xwişka xwe Fatma Duşunmez a li Mereşê û wiha got: “Bêguman telefon nebû. Em bi lez û bez ber bi Mereşê ve ketin rê. Rê şikestibûn û dem bi dem em ji erebeyê peya dibûn û rê sererast dikirin da ku erebe derbas bibe. Ev yek bû sedema derengketina me. Dema em gihîştin wê derê, yên hatin derxistin hebûn. Bi taybetî yên li qatên jor dijîn. Bi alîkariya kesên li derdorê ji qata dehemîn heta qata şeşan dijiyan hebûn û yên bi keda xwe derdiketin jî hebûn. Di roja destpêkê de tu tîmên xelaskirinê tune bûn.”    ‘AFAD HAT DI DESTÊ WAN DE EKÎPMAN TUNE BÛ’   Salman Doneklî yê ku got ku zavayê wî ji gundê Molê Biyeyê û ew çûne gund bi hêviya ku belkî ew ji bin xirbeyan derketine û çûne gund û wiha berdewam kir: “Helbet dema ku em gihîştin Molê Biyeyê me dît ku beşeke mezin a malan hilweşiyaye û ji her alî ve dengê qêrînan tê. Ne tenê mirov, her wiha gelek heywan jî di binê xirbeyan de man. Dema em çûn mala dayika jinbira min Elîf û bavê wê Îsmaîl, me dît ku mala wan jî xera bûye. Wan jî li wir jiyana xwe ji dest dan. Piştî vî dîmenî em careke din çûn Mereşê. Me nekarî tiştekî bikin. Di roja duyemîn a erdhejê de tîmeke AFAD’ê hat. Ew sê çar kes bûn, alavên wan tune bûn. Em li wê derê bûn û me li çûna wan nihêrî. Dema em çûn cem wan û pirsîn, gotin, 'Li vir zehmet e, em diçin cihekî din'. Di roja sêyemîn a erdhejê de tîmeke din hat. Ji ber vê yekê di nava xirbeyê avahiyê de şeş an jî heft tîm guherîn. Karkerên dildar û karkerên kanzayê yên Zonguldakê jî di avahiyê de dixebitîn. Di roja dehemîn de dest bi rakirina cenazeyên xwişka min Fatma û zavayê min Ahmet kirin. Piştre xwarziyên min Hêlîn û Elçîn derxistin. Ji xwarziyê min ê 13 salî Mehmet agahî tune bû. Di roja çardemîn de min hêviya xwe birîbû, ji ber ku avahî ji sedî 90 qediya bû, heta zemîna wê çûbûn. Zarok nehate dîtin.”   ‘ECÊB BIRIN BAJAREKÎ DIN’   Doneklî, bi lêv kir ku tevî ku nizanin dê çi bikin jî serî li gelek cihan dan û wiha lê zêde kir: “Em lê digerin. Em serî li gelek cihan didin ku bibînin gelo dibe ku ne li malê be yan jî dema em li pişt avahiyê bûn ji eniyê hatibin dûrxistin an na. Me wêne û agahiyên wan ji Wezareta Tenduristiyê re şandin. Hevalên li Enqereyê çûn nexweşxaneya ku zarokên bê hiş birin û ew ne li wir bû. Em çûn nexweşxaneyên li herêma Mereşê. Em li korîdoran geriyan, me li servîsan nihêrî û me nedît. Helbet kesên rewşa wan giran dişandin bajarên din, belkî Mehmet birin bajarekî din. Niha hêviya me ev e.”   ‘HATE ÎDIAKIRIN KU KOLON HATINE BIRÎN’   Doneklî yê bal kişand ser îhmalên weke piştî erdhejê yên beriya erdhejê û ev tişt gotin: “Avahiya ku xwişka min ew lê dijiyan ji du blokan pêk dihat. Di her blokê de 20 daîre hebûn. Me di bin kavilê 20 daîreyan makîneyeke cilşo an jî sarincek dernakeve? Me 2-3 deriyê ji pola dîtin ew jî hatibûn perçe kirin. Her tişt herifî bû. Xwişka min ew li ser dikanê rûdiniştin. Di bin avahiyê de galeriaya otomobîlan hebû. Beriya erdhejê ez çûbûm mala xwişka xwe wan û xwişka min gotibû galeriayê kolon birine. Elbet gilî jî kirine lê tiştek nehatiye kirin. Niha kî dê hesaba vê bide.”   JI BO BINESAZIYA BEŞÎKTAŞÊ DIXEBITÎ   Doneklî wêne û dîmenên xwarziyê xwe yên di telefonê de nîşanî me dan û ev tişt got: “Gelek ji futbolê hez dikir. Ji bo bikeve binesaziya Beşîktaşê dixebitî. Beşîktaş ji ber temenê wî biçûk e sekinandibû lê piştgiriya wî dikir. Kûluba sporê dîmenên xwarziyê min parve dikir. Heta gazî stadyûma Beşîktaşê kirin, ev wêne jî ji wir e.”   ‘JI KEREMA XWE BILA BI ME RE BIKEVIN TÊKILIYÊ’   Doneklî herî dawî anî ziman ku yekane hêviya wan ew e ku ji xwarziyê xwe Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahiyekê bigirin û destnîşan kir ku heke rayedar an jî personelên nexweşxaneyên ku mexdûrên erdhejê birinê di vê mijarê de xwedî agahî bin bi wan re bikevin têkiliyê.    MA / Abdûrrahman Gok - Rûkiye Adiguzel