MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide 2023-03-04 14:56:45 ENQERE - Piştî geşedanên li Tifaqa Millet MYK'a HDP'ê bi awayekî awarte li hev civiya. Piştî civînê wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar daxuyanî bide.    Tirafîqa siyasî ku piştî vekişandina Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a ji Tifaqa Millet û li dijî derketina namzetiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya ji bo serokkomariyê dest pê kir didome. Li ser van geşedanan Lijneya Birevebirina Navendî (MYK) a HDP'ê bi awayekî awarte li hev civiya.    Piştî civînê wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar daxuyanî bide çapameniyê.