Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene 2023-03-04 14:59:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundên rojhilatê Kobanê topbaran kir. Di encamê topbaranê de gelek welatî birîndar bûn.   Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kiriye, dewleta tirk bi guleyên obûsan gundên Kûltep û Bexdikê yên li rojhilatê Kobanê topbaran kiriye û di encama topbaranê de gelek welatî birîndar bûne.    Tê gotin ku xesareke mezin gihîştine malên gundiyan û hê jî topbaran didome.