'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin' 2023-03-04 15:39:45   RIHA - Malbata Şenyasar, ev peyam parve kir: "Em ê di hemû têkoşînên aştiyê, mafê mirovan diparêzin de cih bigirin."   Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 712'yan de berdewam dike.    'DENGÊ ME JI EDALETÊ RE YE'   Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye malbata Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand. Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal bi hashtaga "DengêMeJiEdaletêRe (OyumuzAdalet)" ev parvekirin kir: "Em ê di hemû têkoşînên aştiyê, edaletê, mafê mirovan diparêzin de cih bigirin. Çi tişta ku divê neye jiyîn em dijîn. Enerjiya kesên rêya wan sîratil musteqîm e têk naçe, heta cihê ku biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin. "